Dereca bilind a germahiyê ku li Êlihê bi meha havînê re bandora xwe zêde dike, bi taybetî ji bo kesên di koma xetereyê de ne, pirsgirêkên cûrbecûr ên tenduristiyê jî bi xwe re tîne. Pispor diyar dikin ku ji bo parastina ji bandorên neyênî yên germahiyê, di demjimêrên herî germ ên rojê de divê mirov dernekevin derve, şilek (av) bi têra xwe vexwin û adetên jiyanê li gorî mercên hewayê bi rêxistin bikin.
Pisporê Nexweşiyên Hundirîn Doktor Ahmet Nas ku li Êlihê ji nûçegihanê İLKHAyê re axivî û di nexweşxaneyeke taybet de kar dike, diyar kir ku germiya zêde ya ku di meha havînê de bandora xwe zêde dike, li ser tenduristiya mirovan xetereyên giran çêdike.
Nas anî ziman ku bi taybetî divê kesên ku nexweşiya wan a kronîk heye û kal û pîr baldar bin, bal kişand ser ku mirovên saxlem jî dikarin ji hewaya germ neyênî bibend bibin (bandor bibin); derbarê parastina ji rojê, vexwarina avê ya bi têrî xwe û girîngiya xwarina rast de nirxandin kirin.
"Mirovên saxlem jî dikarin ji germiya zêde neyênî bandor bibin"
Nas got: "Wekî ku em hemû dizanin, di meha havînê de bi taybetî di mehên tîrmeh û tebaxê de germî digehêje ast û mezinahiya herî bilind. Di vê serdema germ de, em şîret li herkesî dikin ku di serî de yên nexweşiya wan a kronîk heye û kal û pîr baldar bin. Lê belê ne tenê kesên nexweş, mirovên tamamen saxlem jî dikarin ji van hewayên gelekî germ neyênî bandor bibin. Bi taybetî li binê rojê mabûna demdirêj a di saetên nîvro de, dikare di mirovên saxlem de jî bibe sedema pirsgirêkên giran ên tenduristiyê. Heta ev rewş dikare bibe sedema derketina holê ya tabloyên ewqas giran ku hewcedariya wan bi razana nexweşxaneyê hebe."
"Di saetên nîvro de divê mirov xwe ji rojê dûr bigire"
Nas ê ku bal kişand ser tedbîrên ku divê ji bo parastina ji germiya zêde werin girtin, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji ber vê yekê, di serdema herî germ a salê de parastina herkesî, di serî de kesên nexweşiya wan a kronîk heye û kal û pîr, girîngiyeke mezin dihewîne. Bi taybetî di navbera saet 11.00 û 16.00an de, heya ku rewşeke mecbûrî tune be em şîret dikin ku mirov rasterast li binê rojê nesakin. Eger derketina derve hewce be, divê bi karannîna kum an sîwanê serê mirov bête parastin, heya ku gengaz be cillên reng-vekirî û zirav werin bijartin. Her wiha cillên mil-dirêj, ji ber ku rasterast berketina çerm a li ber tîrêjên rojê kêm dikin, dikarin zêdetir parêzvan bin. Cillên mil-kurt û şort ên wekî wan jî dikarin berketina çerm a li ber rojê zêde bikin. Ji bilî vê, cillên reng-tarî ji ber ku tîrêjên rojê zêdetir dikişînin, dibin sedem ku laş zêdetir germ bibe."
Nîşaneyên lêdana germê (tavê)
Nas ê ku derbarê pirsgirêkên tenduristiyê yên ku ji ber germiya zêde çêdibin agahî dan wiha got: "Di kesên ku di ber germiya zêde de dimînin de nîşaneyên wekî êşa zik, dilxelandin, êşa serî, bêhalî, agir û xirabûna rewşa giştî dikarin werin dîtin. Di rewşa zêdebûna vê de jî, tabloyên giran ên ku dikarin heya tevlîheviya hiş û delîryumê biçin dikarin derkevin holê. Ji ber vê yekê teqez divê mirov xwe ji bandorên zirardar ên rojê biparêze. Di vê pêvajoyê de yek ji mijarên herî girîng vexwarina şilekê (avê) a bi miqdarekî têrker e. Çunki di hewayên germ de tişta herî zêde ku laş winda dike şilek e û ev rewş dikare bibe sedema dehydrasyonê (windakirina ava laş). Ji ber vê yekê vexwarina ava bol girîngiyeke mezin dihewîne."
"Xwarin û vexwarina şilekê girîngiyeke jiyanî dihewîne"
Nas diyar kir ku di mehên havînê de divê adetên xwarinê jî ji ber çavan werin derbas kirin û wiha axivî: "Zêdekirina xwarina maddeyên wekî mast û dew di mehên havînê de, dûrketina ji xwarinên gelekî şêrîn, şûr û rûnî û tercîhkirina xwarinên siviktir dikare alîkariyê bide ku ev pêvajo bi awayekî saxlemtir derbas bibe. Miqdara ava ku divê di nav rojê de bête vexwarin, li gorî aktîvîteya fîzîkî ya kesî, dema berketina li ber rojê, germiya hawirdorê û rêjeya nêmê diguherî. Ji bo kesekî ku ne gelekî aktîf e, hewldana dijwar nade û gelekî li ber rojê namîne, vexwarina nêzîkî 2 nîv lître şilekê di rojê de dikare têr bike."
"Ji bo meşê divê saetên sibehê û êvarê werin bijartin"
Nas anî ziman ku hewcedariya ava rojane dikare ji kesî bo kesî biguherî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li beramberî vê, di kesên ku di hawirdorên germ û hişk de kar dikin û aktîvîteya fîzîkî ya dijwar nîşan didin de hewcedariya ava rojane dikare heya 5-6 lîtreyan derkeve. Ji bo kesên ku di hawirdorên girtî, hênik û klîmayî de ne û ast û livîna wan kêm e jî vexwarina nêzîkî 2,5 lître ava rojane dikare têr bike. Bi kurtasî, aktîvîteya fîzîkî ya ku mirov dike, germiya hawirdorê û dema berketina li ber rojê faktörên herî girîng in ku hewcedariya ava rojane diyar dikin. Wekî tiştekî dawî, di mehên havînê de bi tevahî hiştina meşê û aktîvîteyên fîzîkî yên wekî wê nayê şîretkirin. Lê belê kirina van aktîvîteyan di saetên zû yên sibehê de yan jî di hênikiya êvarê de guncavtir e. Bi taybetî meşên ku dê nêzîkî du saetan piştî xwarina êvarê werin kirin, dê hem ewletir hem jî saxlemtir bibin."