Li Farqînê rêya ku li ber dibistanê hilweşiya veguheriye metirsiya qezayan
Li gundê Boşatê ya navçeya Farqîna Amedê, rêya ku çûye xwarê (hilweşiya ye) vexwendinê ji qezayên ku dikarin çêbibin re derdixe.
Li gundê Boşatê ya navçeya Farqîna Amedê, rêya ku di meha kanûnê de piştî hezazê (şemitiya erdê) hilweşiya, ligel ku rêyeke girîng a komê ye ku navçeyên Farqîn, Pasûr, Hezro û Licê bi hev ve girêdide, tenê 150 metre dûrî avahiyên dibistana seretayî û navîn a Boşatê ye.
Rêya ku bi mehan e dîwarê piştevaniyê (îstînat) ji bo wê nehatiye çêkirin, hem ji bo wesayîtên ku vê rêgezê bi kar tînin hem jî mîna serdema berê di serdema nû ya perwerde û hînbûnê de jî yek ji wan rêyên faal e ku dê xwendekar bi kar bînin.
Li gundê Boşatê ku 13 kîlometre dûrî navenda navçeya Farqînê ye, di meha kanûnê de piştî baranên dijwar hezaz çêbû. Piştî hezazê di rêya komê de ku navçeyên Farqîn, Pasûr, Hezro û Licê bi hev ve girêdide hilweşîn (çûyîna xwarê) çêbûn; rê hefteyekê ji çûnûhatinê re hat girtin.
Hilweşîna ku tenê 150 metre dûrî dibistana seretayî û navîn a Boşatê çêbûye, di serî de ji bo xwendekarên dibistanê û wesayîtên servîsê yên ku wan ji gündên derdorê vediguhezînin, ji bo gelê herêmê xetereyên girîng dihewîne.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.