Li Batmanê hilberînerên hingiv li benda demsaleke bi berket in

Li Batmanê hilberînerên hingiv li benda demsaleke bi berket in

Li Êlihê (Batman) hilberînerên hingiv diyar dikin ku baranên ku îsal bariyane floraya kulîlkan a di siruştê de dewlemend kiriye û anîn ziman ku ew li benda demsaleke bi berket û biber di hilberîna hingivê organîk de ne.

Endamê Desteya Rêveberiyê ya Yekitiya Mêşvanên Êlihê Naif Seyidoğlu, derbarê mevsima hingiv a 2026an de ji nûçegihanê İLKHAyê re nirxandin kirin.

Seyidoğlu diyar kir ku wan amadekariyên mevsime temam kirine û got ku ew îsal ji berhevkirina hingiv (hasad) bi hêvî ne.

Seyidoğlu anî ziman ku bi bandora baranên îsal siruşt bi berket e û ev rewş dê bi erênî bandorê li rekolteya hingiv bike; destnîşan kir ku ew mêşvaniya gerok dikin û bal kişand ser ku di hilberîna hingivê organîk de siruşt diyarder (diyarker) e.

Naif Seyidoğlu

Seyidoğlu got: "Derbarê mevsima hingiv a 2026an de, me hemû lênêrîna biharê ya mêşên xwe kir. Em mêşvanên gerok in, em li pey kulîlkan diçin. Li ku derê kalîte, li ku derê kulîlkên xweş hebin, em bi taybetî florayê dişopînin. Me hemû amadekariyên xwe qedandin. Li zozanan em kontrola mêşên xwe dikin. Bi îzna Xwedê, em hêvî dikin û difikirin ku îsal berhevkirina hingiv dê baş bibe. Nêzîkî mehekê paşê em ê hingivê xwe berhev bikin, bi îzna Xwedê û pêşkêşî gelê xwe bikin."

"Em bi tevahî li pey siruştê û kulîlkan in"

Seyidoğlu anî ziman ku îsal siruştê baraneke zêde wergirtiye û ev yek ji bo mêşvanan girîng e û wiha axivî: "Îsal li siruştê gelek baran barî. Hêviya hemû mêşvanan ew e ku berhevkirineke baş çêbibe. Bêguman hilberîna hingivê organîk hinekî xetere ye. Ji ber ku em bi tu awayî şekir û tiştên din nadin mêşan, em bi tevahî li pey siruştê û kulîlkan diçin. Ji ber vê yekê jî baş derbasbûna berhevkirinê; bi taybetî ji ber baranê baş berhemdana siruştê û kulîlkan ji bo me gelekî girîng e."

"Ez ji bo hemû mêşvanên me daxwaza berhevkirineke gelekî baş dikim"

Seyidoğlu hêvî kir ku mevsima nû ji bo hemû mêşvanan bi berket derbas bibe û wiha axivî: "Wekî endamê Desteya Rêveberiyê ya Yekitiya Mêşvanên Êlihê, ez ji Xwedê ji bo hemû mêşvanên me daxwaza berhevkirineke gelekî baş dikim. Em difikirin ku mevsim dê baş bibe û gava berhemên me derketin em ê pêşkêşî gelê xwe bikin."

"Em di navenda hingiv û zozanan de ne"

Seyidoğlu destnîşan kir ku zozanên Êlihê û herêmê ji bo mêşvaniyê xwedî potansiyeleke mezin in û di dawiyê de wiha got:

"Zozanên me gelekî biha (nirxbilind) ne. Dibe ku piraniya gelê me ne di ferqa vê de be lê wekî mêşvan em di ferqa vê de ne. Ji Orduyê, ji Herêma Deryaya Reş, ji Anadola Navîn, ji Edenê û ji gelek cihên din herkes dixwaze bête çiyayên me û mêşvaniyê bike. Lê belê em bixwe di navenda hingiv û zozanan de ne, kulîlkên me gelekî bi kalîte ne û em xwedî cûreyên endemîk ên gelekî cûrbecûr in. Em difikirin ku mevsim dê baş bibe."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.