Dozger ji bo kêfa xwe ya gogê 14 mamosteyan da binçavkirin

Dozgerê ku li Diyarbekirê berî wextê lîstîka gogê hat sehayê ji ber ku 14 mamosteyên ku wextê lîstîka wan bû nikaribû ji sehayê derîne, ew da binçavkirin.

Hat ragihandin li Çermûka Diyarbekirê dozgerê berî wextê lîstîka gogê hat sehayê ji ber ku 14 mamosteyên ku wextê lîstîka wan bû nikaribû ji sehayê derîne, ew da binçavkirin.

 Li gorî agahîyan wextê lîstika gogê ya mamosteyan di navbera seat 9-10ê şevê û ya dozger û hevalên wî jî di navbera 10-11ê şevê de bû. Lê belê dozger berî wextê lîstika xwe hat sehayê û xwest ku mamoste ji sehayê derkevin da ku ew bilîzin. Lê mamosteyan bersiveke neyînî da dozger û gotin ew ê di wextê xwe de bilîzin û dest bi gogê kirin. Li gorî îddîayan piştî ku bîskek ji ser lîstikê derbas bû re dozger bang li polêsan kir û  nasnameyên mamosteyan da kontrolkirin. Ji ber ku nasnameyên mamosteyan wê kêlîyê ne li ser wan bû bi wesayîtan hatin birin ewlehîyê. Mamoste piştî ku seatekî li ewlehîyê hatin girtin re hatin berdan.

Wezareta Perwerdehîya Neteweyî bertek ji rewşê re nîşan da. Di daxuyanîya ku ji teref Alîkarê Wezîrê Perwerdehîya Neteweyî Mustafa Safran ve hat belavkirin de hat diyarkirin, mamosteyên me ne bêxwedî ne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê