Du Endamên Bilind Yên Komeleya Îslamî Vedigerin Kurdistanê

Mele Selman piştî neh salan ji Îranê vedigere mala xwe:

Mele Selman piştî neh salan ji Îranê vedigere mala xwe:

Melayek ku bi avêtina asîdê ser rûyê jinên serî ne nixûmandî dihat gunehkar kirin, piştî neh salan li koçberiyê vedigere Herêma Kurdistanê.

Peyvdarê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Mihemed Hekîm, ji malpere înternetê re eşkere kir ku Mele Selman wê hefteya bê ji Îranê vegere Kurdistanê. Şêwirmendê berê yê Elî Bapîr, serekê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, ji ber problemên bi Partiya Demoqrat a Kurdistanê re di 2003ê de reviyabû Îranê. Hingî Mele Selman dihat gunehkar kirin ku wî asîd rijandiye ser rûyên pîrekê ku serê xwe nanuxmînin

Mihemed Hekîm got: "Berê pirsgirêkeke biçûk a Mele li herêmê di destê PDKê de hebû û niha pirsgirêk nemaye û ewê vegere bajarê Hewlêrê.”

Îna çûyî endamê Polîtbîroya Komeleya Islamî ya Kurdistanê, Dilşad Germiyanî, piştî neh salên li koçberiyê li Îranê vegeriya Kurdistanê. Li ser vegera xwe Germiyanî got: "Pirsgirêka min bi ‘Emerîkiyan re hebû û niha ‘Emerîkî ji Iraqê vekişiyane, lewma vegeriyam.”

Li ser vegera Mele Selman ji Îranê Mihemed Hekîm got: "Haya biraderan jê heye ku Mele Selman vedigere. Mele xelkê vê Kurdistanê ye û neh salan li Îranê bû û niha jî vedigere Hewlêrê. Berê hinek îftîra û îddîa di derbarê Mela Selman de hatibûn kirin lê vêga van îddîayan nemane.” (Rûdaw)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be