Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê Eylula ku li Polatliya Enqerê bi şikleke wehşîyane hat qetilkirin û Leyla Aydemîra ku li Bezîrxana Agirîyê mirî hat dîtin de nirxandinan kir. Yavuz di nirxandina ku kir de destnîşan kir her du jî bûne pergala bêhnpêketî.
Yavuz di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de wiha got: “Navê êşê Eylul bû, niha bû Leyla. Ya Rebbî, tu sebrê bidî malbatên wan. Ey xwedîyên pergala ku di rewşa sedem û netîcê de me mehkûmî encaman dikin! Ev qatil, cenewer, sextekarên ku li ber navên wan Prof û wesfên cûrbecûr hene, gangster, diz û kesên bêedeb û gelek kesên mîna van. Ev tev di pergala perwerdehîyê ya Burkîno Faso de mezin nebûn. Ev tev berhemên we ne.”
“Êdî dev ji vê pergala bêhnpêketî ya ku qatilan perwerde dike berdin”
Yavuz di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir pergal birînên ku nayên girtin vedike û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Êdî dev ji vê pergala bêhnpêketî ya ku qatilan perwerde dike berdin û werin li ser xeteke makûl û meşrû ya ku ‘dînê dewletê edalet’ e.”
İLKHA