Welatê Efğanîstanê, memleketê ‘alim û medresan, cengawerên li pêşberên êrîşên Rûs û Moğol û Mançûran, nêzî 50 sal e marûzî zulm û qetlîaman dibe. Bi şer û herban, bi îşgal û bombeyan perîşan e. Beriya îşgala Rûsê har, ji destê zalim û gezokan, şerpeze bû. Ji îşgala Rûs û vir de jî, di şer û herban de ye. Bi îşgala Emrîkayê mijok, wêran û dêran e. Hejmara kuştî û seqet û birîndaran, bi milyona tê gotin. Mihacir û multeciyên wê jî, ne kêmî ewqasî ye. Dewlemendiya ser û binê erdê, ji alî gezok û mijokan ve, hatiye şêlandin û talankirin. Mîna gelek welatên muslumana millet û welatê Efğanîstanê jî, li hêviya rêzanek ‘adil û ji bo Xweda ye. Lewra millet li ber zulmê, ji bo Xweda û Îslamê, gelek dewran, mêrxasiya xwe nîşan da ye.
Do jî li bajarên Efğanîstanê êrîş û kuştin hebûn. Li rojhilata welat, bi êrîşa bombeyî, 6 eskerên NATOyê îşgalker hatin kuştin. Der barê huviyeta wan de, tu agahî nehat dayîn. Li eyaleta Helmandê jî, 2 eskerê din yên NATO, di êrîşa Talîban de hatin kuştin.
Li eyaletên Qandahar û Helmandê, li çend bajaran, êrîşên bombeyî hatin rast kirin. Li herêma Argîstanê di êrîşa Talîban de, 13 kes hatin kuştin. Li herêma Mûsa Kalayê de jî 5 polîs hatin kuştin. Hat gotin ku di van êrîş û teqînan de, zêdetirî 50 kes hatine kuştin. Ji wan 20 heb mensûbên Talîban in. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)