Li Misirê di sala 2015an de bi wesayîta bombebarkirî êrîşek hatibû lidarxistin û di êrîşê de Serdozgerê Misirê Hîşam Berekat miribû ku di bergeha vê bûyerê de 9 xortên endamên Îxwanê bi vê êrîşê hatin sûcdarkirin û ji wan re cezaya îdamê hat dayîn. 9 xortên bi navê Ehmed Taha, Ebul Qasim Ehmed, Ehmed Cemal Hîcazî, Mahmud el-Ehmedî, Ebu Bekr es-Seyyîd, Abdurrahman Suleyman, Ehmed Muhammed, Ehmed Mahrus Seyyîd û Îslam Muhammed berî vê du rojan ji teref darbekeran ve hatin şehîdkirin.
Di nav kesên ku hatin şehîdkirin de lawê Muhammed Taha Wehdanê Endamê Ofîsa Rêbertîyê ya Îxwanul Muslîmun jî heye.
Ji teref Platforma Bawerî û Ramanê ya Êlihê ve bi beşdarbûna bi dehan sazîyên sîwîl ên civakî ji bo 9 xortên endamê Îxwanê yên ku li Misirê ji teref darbekaran hatin şehîdkirin daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de ji bo şehîdan rehmet hat telebkirin û kesên darbeker jî hatin telînkirin.
Mehmet Latîf Kayayê Berdevkê Platforma Bawerî û Ramanê ya Êlihê di daxuyanîya ku da de balan kişand li ser neheqî û zilmên ku tên kirin û bang li temamê camîa, şexs, sazîyên ku xwedî hesasîyeta Îslamî ne da ku dawî li van bêhiqûqî û zilmên ku tên kirin bê anîn.
Kaya di berdewama daxuyanîya xwe de di bîran xist ku di dîroka Misirê Muhammed Mursî yekem kes e ku bi hilbijartinê bûye Serokomar ku ew jî bi darbeya ku ji teref artêşa Misirê ve lê hat kirin ji îqtîdarê hat xistin.
“Ji bi sedan kesan re cezaya îdamê hatiye dayîn”
Kaya di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di pêvajoya darbê de gelek qetlîam hatine kirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Hejmara van qetlîaman hêj nehatiye tespîtkirin. Di van qetlîaman de bi hezaran însanên bêguneh hatine qetilkirin. Bi heman awayî dîsa di vê pêvajoyê de bi hezaran însan hatine binçavkirin û di girtîgehan de gelek zêde îşkence li wan hatin kirin û ew sûcên ku ji teref leşkerên rejîma Sîsî û çeteyên çekdar ve hatin kirin hatin xistin sitûyê van însanên bêsûc û bêguneh. Exlebeyê wan mehbûsên siyasî alîkarîya parêzeran nikarin bistînin û di mehkemeyên leşkerî de tên darizandin. Bi hezaran kes bi şikleke bêedalet tên darizandin. Di encama van darizandinan de ji bi sedan kesên bêsûc û bêguneh re cezaa îdamê hat dayîn.”
Kaya di dawîya axavtina xwe de diyar kir digel temamê bangên rawestandina cezayên îdamê ew Sîsî û rejîma darbeker li ber çavên dinyayê cezayên îdamê înfaz kir ku Ewrûpa û ew welatên ku qaşo pêşve çûne ji ber ku li dijî van zilm û îdamên ku li ser erdnigarîya welatên Îslamê tên kirin re bêdeng dimînin ew bi xwe jî şirîkê vî sûcî ne.
Bername bi diaya ku hat xwendin bi dawî bû.
ÎLKHA