“Em bi malbatî ji civakê re bibin mînak”

Înzara ku kovara mehane ya çand û hunerê yebi sernivîsa “Em bi malbatî ji civakê re bibin mînak” derket pêşberî xwendekarên xwe. Di sernivîsê de hat diyarkirin divê temamê ferdan xanim û zarokên xwe îhmal nekin û ji wan re wextekî taybet veqetînin.

Hejmara hezîranê ya Înzara ku kovara mehane ya çand û hunerê ye  derket. Di hejmara 165an de bi sernivîsa “Em bi malbatî ji civakê re bibin mînak”  bal hatin kişandin li ser malbat û xwedîderketina malbatê.

Di sernivîsa hejmara hezîranê ya Kovara Înzarê de cî hat dayîn van gotinan:

Divê ew dawetvan û teblîxwanên ku însanan bangî heqîyê dikin û hewl didin da ku berê wan bidin Îslamê haya xwe ji helwest û gotinên xwe bikin; lewra ew helwest û gotinên wan muhîm in. Encax ji vê yekê tiştekî din heye ku bi tesîrdar e ew jî kesayeta wan a Îslamî ya ku dê di encama helwesta wan de derkeve holê ye. Dema ku xwe, xanim û zarokên xwe di warê hesasîyeta Îslamî de muhafeze bikin û di her qadê de wek Misliman hebûna xwe nîşan bidin, ew ê wê demê him gotinên wan bi tesîrdar bibe û him jî helwestên wan. Encax ger ew tiştên ku ku ji kesên din re dibêje ew bi xwe û malbata wî bi xwe nejî û tetbîq neke û berawajîya wê tiştan bike ew ê tu feydeya vê yekê ji dawet û xizmetan re nebe. Ji ber vê rewşê ew ê nikaribe li ser doz û heval û naskirîyan tesîrdar bibe.

 “Ew birayên ku xwedî mesûlîyet in divê ji bîr nekin ku li ew cihê ku lê ne her yek ji wan dawetvan û teblîxwanek in”

Ew birayên ku di qadên cûrbecûr de xwedî mesûlîyet in divê ji bîr nekin ku li ew cihê ku lê ne her yek ji wan dawetvan û teblîxwanek in. Divê jibîr nekin ku cil û bergên wan, îbadetên wan, jiyana wan a civakî, rewşa zarok û xanima wan, pêwendîyên malbatî ji gotinan tesîrtir in. Dîsa divê neyê jibîrkirin ku temamê çavan  li ser wan û malbata wan in ku dema ku xeletîyeke biçûk bi xwe jî bê kirin dibe ku ev yek bibe sedema gelek  îfsad û netîceyên nebaş.

 “Dibe ku ew helwest û tevgerên jin û mêran temamê başî û qencîyan ji holê rabike”

Birayên ku di vî halî de bin divê bibin xwedî tevger û helwesteke ku li şexsîyetekî Îslamî û dawetvan û teblîxwanekî nimûne bibin. Heman hesasîyet divê bo malbatan jî bê nîşandan. Divê di tesettur, exlaq, îffet, jiyana civakî û di pêwendîyên bi însanan re de  bi nasnameya teblîxwanan bê hereketkirin, divê sînorên Îslamê bi hesasîyet bê muhafezekirin, divê ji wan tevger û helwestên ku dê bibin sedema şaşî û tesîrdarîyên neyînî bê dûr mayîn. Mêr bi xwe di nav xizmetên Îslamî de bi şikleke çalak cî bigirin jî, ger xanimên wan xwedî tevger û helwestên neyînî bin wê demê dibe ku temamê qencî û başî ji rastê rabin.

 “Divê ferd bi şikleke mutleq  bi xanim û zarokên xwe re eleqedar bibe”

Ew birayên ku di xizmetê de wezîfe girtine li ser xwe, digel hewl û xeyretên xwe yên di karên xwe de, bi şikleke mutleq divê ji xanim û zarokên xwe re jî wext veqetînin û bi wan re eleqedar bibin. Divê zarokên xwe taqîb bikin, ka bi kû de diçe, bi kî/ê re rûdine û radibe û çawa hereket dike. Divê li zarokên xwe xwedî derkevin û şiûra mesûlîyeta Îslamî bi wan bidin qezenckirin.

 “Dema ku bira êvarî çûn malê divê ji zarok û xanima xwe re wext veqetînin”

Ew birayên k di warên cûrbecûr de fealîyetan dikin, dema ku êvarî vegerîyan malên xwe divê ji zarok û xanima xwe re eleqedar bibin û bi wan re wext derbas bikin. Divê pêkve rûnin, sohbet bikin, kitêb û Qur’ana Kerîm, meal û tefsîra wê bixwînin. Divê pêkve nimêj bikin, ger hebe derd û kulên wn guhdar bikin û divê qala wan problemên Mislimanan  bê kirin. Divê hewl bê dayîn da ku di malbatê de derdoreke germ bê çêkirin.

Rebbê me, birayên me digel xanim û zarokên wan bike ji wan evdên xwe yên ku ji civakê re dibin mînak û nimûne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû