Ustad Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, di sala 1878an de li Hîzana Bedlîsê li gundê Nûrsê hat dinyayê. Di biçûkahiya xwe de li medresên herêmê tehsîla îlmê Îslamî kir. Ji ber hiş û hafiza û zeka û zîrektiya xwe, ewilî bi navê Mela Seîdê Meşhûr û dûre jî di me’ne harîqayê zeman de bi navê Bedîuzzeman nav da.
Wesfê Bedîuzzeman ya herî eşkere ew bû ku mifessîrê Quranê bû. Li ser vêya wiha digot: “Ez di dergehê Qurana hakim de xizmetkarekî parsek im. Derd ê min e, derman ê Quranê ye.”
Ustad Bedîuzzeman pêdiviyên dem û çaxa xwe fêm kiribû û li gorî wê xizmeta xwe ya Îslamî dikir. Ji lew di navbera salên 1926 û 1950î de hat sirgûn û nefîkirin, kete heps û zîndanan. Heta ku di 23ê Adara 1960î de, li Rihayê çû ber rehma Xweda jî, di bin çavdariyê de bû. Di sirgûn û heps û zindanan de Rîsaleya Nûr nivîsand û da nivîsandin. Ji bo xelasiya îman û axreta millet, gelek êş û eziyet kişand.
Ustad Bedîuzzeman di gotineke xwe de wiha digot. “Ez çi bikim, min ecele kir ez di zivistanê de hatim. Hûn ê di bihareke weke cennet de bên. Bizrên ku niha tên reşandin, wê di serzemîna we de çîçekan vekin.”
Xwedayê Teala ebeden jê razî be. Em careke din Ustad Bedîuzzeman bi rehmet û minnet bi bîr tînin