Em dixwazin rêya darizandina ji nû ve bê vekirin

Malbatên mexdûr ên ku li Rihayê beşdarî daxuyanîya çapemenîyê ya ku di pêşîvanîya “Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê” ve hat lidarxistin bûn xwestin ku rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.

Ji alîyekî ve  ji camîayên Îslamî yên li Tirkîyê re bi destê aktorên 28ê Sibatê ceza hat dayîn û mexdûrîyeta wan bi şikleke kamil nehat çareserkirin û ji alîyê din ve jî ew mexdûrîyeta ku bi kumpas û komployên FETO hatin kirin hêj bi şikleke zanebûn nayên dîtin.

Ew camîayên Îslamî yên ku ji roja ewil a Komara Tirkîyê vir ve sepanên xeyrî însanî û exlaqî li wan hatin tetbîqkirin, ji teref pergalê ve ji doh heta îro wek “dîke”yê hatin dîtin. Her çiqas nav û rengên îqtîdaran ji hev cûda bibe jî, ji ber ku li gor statukoyê meşîyan her tim darbe li dahata xelkê Misliman hat xistin.

Xelkê Misliman ê ku bendewarê gotina “Zilmên ku tên jiyan elbet dê rojekê bên dîtin û dê edalet tecellî bike” her tim di holê de ma û mirada wî di ber wan de ma. Ew pergala hiqûqê ya şêwaza birêberîyê ya ku ji bawerîyên xelkê dûr e û lê kesên pişta perdê hakim in, her tim xelkê mexdûr kir.

Mela Hamdîn Zengînê bavê Abdullah Zengînê ku 27 salan bi kumpas û komployan di zindanan de tê girtin di daxuyanîya çapemenîyê ya ku da de destnîşan kir tu sûcê lawê wî tune ye, ew dixwaze ku lawê wî bê berdan.

“Em ji hikûmetê edaletê teleb dikin, bila li hember zarokên me bêedalet tevnegerin”

Xalê Hemdîn di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ji hikûmetê dixwazin ku rêya darizandina ji nû ve bo lawên wan bê vekirin û ew bên berdan. Bav dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Tu sûcên wan tuneye. Bes sûceke wan heye ku ew jî dayîna dersa Qur’anê ye. Ji ber nasnameya xwe ya Îslaîmî hatin girtin û bi salan bi kumpas û komployên FETO di zindanan de tên girtin. Em dixwazin ku hikûmet van Mislimanan guhdar bike û wan serbest berde.Em ji hikûmetê edaletê teleb dikin. Bila li hember hikûmet bêedalet tevnegere. Ev bû 27 sal ku lawê min di girtîgehê de tê girtin. Ji ber ku ez extîyar im, dema ku diçim dîtina wî, ez zehmetîyê dikşînim. Wekî din ji ber ku têketin û derketinê de muamele gelek zêde ne, em gelek zêde zehmetîyê dikşînin.”

 “Ji zarokekî 17 salî re çawa cezaya hepsa muebbet tê dayîn?”

Mehmet Govê ku bavê Îbrahîm Xelîlê ku di 17 salîya xwe de ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hat girtin jî derbarê lawê xwe diyar kir dema ku lawê hat girtin 17 salî bû û 40 rojan îşkence lê hat kirin. Bav dû re wiha bêhiqûqî û bêedaletîya ku hêj tê kirin wiha anî zimên: “ Em ji hikûmetê darizandina ji nû ve dikin. Ger sûcên wan hebe, bil 2 qet zêdetir ceza bidin wan; lê ger tunebe çima bi salan bêlesebeb wanan di girtîgehê de digirin. Dema ku lawê min hat girtin 17 salî bû û jê re cezaya hepsa muebbet hat dayîn. Li gor dewletê kesekî ku negihaştibe emreke kamil jê re nikare cezaya hepsa muebbet bê dayîn. Çawa cezaya hepsa muebbet didin lawê min yê ku di 17 salîya xwe de hat girtin. Gelo ew kesê ku li camîê dersa Qur’anê bide zarokan dikare çi sûcê bike, sûcê wî çi ye? Lawê min hat girtin û 40 rojan îşkence lê hat kirin.  Ew îfadeyên ku piştî kumpas û komployên FETO hatin amadekirin bi zorê bi lawê min dan îmzekirin. 40 roj haya min ji lawê min çênebû. Piştî ku ceza dane, ew li Diyarbekir, Bîngol, Edene û Entabê gerandin ku bi vê yekê bi zanebûn dihat kirin da ku malbatên wan jî mexdûr bibin. Li dijî dewletê tu sûcê lawên me tuneye.”

 “Em pêvajoyeke ku lê bêhiqûqî berdewam dike dijîn”

Seîd Doganê Temsîlkarê Rihayê yê Kovara Köklü Değişimê yê ku di navbera salên 2007-2012an de ji teref FETO ve jê re 6 sal û 3 meh ceza hat dayîn jî di daxuyanîya çapmenîyê de diyar kir “Em pêvajoyeke ku lê bêhiqûqî berdewam dike dijîn” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em hêvî dikin ku ev mexdûrîyetên ku di wextê 28ê Sibatê de û di pey wê de hatine kirin bê çareserkirin. Ango zilmeke ku ev zêdetirî 20 salan tê kirin di holê de ye û hêj berdewam dike. Divê ew hikûmeta ku bi desteka Mislimanan hat îqtîdarê di vî warî de gavinan bavêje ku ev yek him deynê wî ya siyasî û him jî deynê wî ya însanî ye. Berî niha soz dabûn ku ew ê ev mexdûrîyet bên çareserkirin. EM hêvî dikin  ku li ser vê soza xwe bisekinin û van mexdûrîyetan çareser bikin.”

 “Ev bû 27 sal ku em dibêjin, lê hemû kes xwe li ber me xwe ker û lal kirine”

Fatma Gova xuşka Îbrahîm Xelîk Gova ku di zindanê de tê girtin derbarê kekê xwe de diyar kir dema ku kekê wê Îbrahîm Xelîl di mizgeftê de dersa Qur’anê dida hat girtin. Fatma dû re wiha got: “Kekê min î Îbrahîm di sala 1992an de ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hat girtin û ji ber ku di camîyê de dersa Qur’anê dida zarokan ev bû 27 sal ku di girtîgehê de tê girtin. Em bêjin çi? Ev bû 27 sal ku em dibêjin, lê belê hemû kes xwe li ber mexdûrîyeta me, li ber dengê me xwe ker û lal kirine. Tu kekê min tunebû. Ne zilamekî kuştiye û ne jî teşebûsî darbê kiriye û ne jî rêxistinek ava kiriye. Bes ji ber ku dersa Qur’anê da zarokan di girtîgehê de ye. Em êdî ji wan re nabêjin mexdûrên FETO û 28ê Sibatê; em ji wan re dibêjin mexdûrên hikûmet û AK Partîyê. Lewra  AKP ev bû 16 sal li îqtîdarê ye û di vî warî de tu gavî navêje. Dema ku em diçin girtîgehê em li rasta gelek zehmetîyan tên. Em mexdûr in. Em ji Xweda teleb dikin. Xweda kerîm û rehîm e. Em ji hikûmetê tu tiştî naxwazin.”

 “Dema ku wextê wê tê qala edaleta Hz. Omer dikin, lê ji ba edaletê bi xwe jî derbas nabin”

Rahîme Gulebak Zengîna ku xanima Abdullah Zengînê Yûsufî ye jî derbarê mijarê de wiha axaivî: “Em niha li ber qesra edaletê ne. Lê belê em dibînin ku li Tirkîyê edalet tune ye.Edalet hatiye rakirin. Digel ku em ew qas dengê xwe bilind dikin jî xwe li kerrîtîyê dideynin.Xwe lal,kor û ker dikin. Dema ku wextê wê tê qala edaleta Hz. Omer dikin, lê ji ba edaletê bi xwe jî derbas nabin. Ji bo dawî li vê mexdûrîyetê bê anîn, em dixwazin ku rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû