Em ê ji bo ewlehîya îsraîl her tiştî bikin

Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence û Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeodestnîşan kirin ew ê di her warî de destekê bidin siyonîstên terorîst û îşxalker.

Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence, Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo  û John Boltonê Şewirmendê Ewlehîya Neteweyî  beşdarî konferansa bi navê “Xiristîyanên ku ji bo îsraîl bûne yek” bûn ku ev konferans tê zanîn ku piştgirî û destekê dide siyonîstên terorîst û îşxalker.

Penceyê ku beşdarî konferansê bû di konferansê de axavtinek kir û diyar kir “Em ê ji bo ewlehîya îsraîl her tiştî bikin.”

Pence di berdewama axavtina xwe de wiha got: “Di serokarîya Donald Trump de Îran qetîyen nikare bibe xwedî çekên nukleer.Dibe ji bo aştîyê tawîz bên dayîn, encax em ê ji bo ewlehîya îsraîl her tiştî bikin.”

Pompeo jî di axavtina xwe ya ku di konferansê de kir de destnîşan kir Trump Qudsê wek paytexta siyonîstan nas kir û ew ê gavên bi vî awayî hêj bavêjin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin