Em ê wê merasîma bîatê ya bo Tirkperestî û Kemalîzmê qetîyen qebûl nekin

Li Bîngolê PlatformaPiştevanî û Biratîya Îslamî wê qerara “Sonda Xwendekaran” a Daniştayê bi daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî protesto kir.

Ji teref Platforma  Piştevanî û Biratîya Îslamî ya ku li Bîngolê bi beşdarbûna bi dehan STKyan hatiye damezrandin ve qerara Daniştayê ya derbarê “Sonda Xwendekaran” de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de qerara Daniştayê hat protestokirin.

Daxuyanî li Kolana Gencê ya Navendê li ber Stûna Seatê ji teref Yusuf Bogatekîn ve li ser navê platformê hat dayîn.

Bogatekîn di destpêka daxuyanîyê de di bîran xist ku Turk Egîtîm-Sen ji bo  ew Sonda Xwendekaran a ku di 8ê Cotmeha sala 2013an de hatibû rakirin dîsa bikeve merîyetê doz li Daniştayê vekir û di encama doza ku hat vekirin de Daniştay li hev civîya û wê kirarîya ku “Sonda Xwendekaran” pê hatiye rakirin li dijî hiqûqê dît û ew betal kir. 

“Em ê wê merasîma bîatê ya bo Tirkperestî û Kemalîzmê ya ku her şeveq bi zorê bi zarokên me didin xwendin, qetîyen qebûl nekin”

Bogatekîn di berdewama daxuyanîya ku da de destnîşan kir li ber xweferzkirinên Kemalîzmê ku sonda me nimûneya wê ya herî biçûk e, bêdengmayîn û qqbûlkirina wê ne mimkûn e. Bogatekîn dû re wiha li daxuyanîyê zêde kir: “Em ê wê merasîma bîatê ya bi Tirkperestî û Kemalîzmê ya ku her şeveq bi zorê bi zarokên me didin xwendin, qetîyen qebûl nekin. Tu eleqeya vê sepanê ne bi zanistê re, ne bi  exlaqê, ne jî bi welatperwerîyê heye. Ew sepanên bi vî awayî bes lu welatên faşîst heye. Qaşo ew Kemalîstên ku zanist, eql û azadîyê ji ser zimanên xwe kêm nakin, dev ji van sepanên wisa bernadin ku ev yek jî him îronîk e û him jî mirov dide fikirandin. Lewra ji holê windabûna nîşaneyên Kemalîzma ku bûye îdeolojîya resmî, ji bîrkirina Kemalîzmê û derheqê wê de neaxavtin bûye tirsa herî mezin a vê guruhê. Ji ber vê yekê ku hewl didin pêşîya xwe vekin û hebûna xwe bidomînin. Vê hewldana hebûna xwe dixwzazin ji ser zarokên me bi ferzkirinan bikin ku em ê ji vê yekê razî nebin. Lewra li vî welatî bi milyonan kesên ku bawerî bi Tirkperestî û Kemalîzmê nayênin hene. Em  li ber vê hoveberîyê radibin û dê her tim jî rabin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû