Di peyama ku ji teref Navenda Giştî ya Cemiyeta Mustezafan ve ji ber minasebeta Qendîla Beratê hatiye weşandin de hat diyarkirin di wextê ku tê de tefrîka heye û Misliman bê hêz bûne de em hêvî dikin ku şiûra yekîtî û digelheviyê eql û qelbên me dorpêç bike.
Di destpêka peyamê de hedîsa pêxemberê me ya derheqê Qendîla Beratê de di bîran hat xistin û derbarê mijarê de wiha hat gotin: “ Berat efû û bexşandin e, em ji Xweda niyaz dikin ku ev qendîl ji bo alema Îslamê bibe wesîleya vebûna deriyên xêran.Her wiha di wextê ku tê de tefrîka heye û Misliman bê hêz bûne de em hêvî dikin ku şiûra yekîtî û digelheviyê eql û qelbên me dorpêç bike.”
Di berdewama peyamê de di serî de ji dildar û endamên xwe re û her wiha ji temamê Mislimanan re bang hat kirin da ku di vê şeva ku piştî Şeva Leyletul Qedrê şeva herî muhîm e de bi taat û îbadetan zêdetir ji Xweda re nêzîk bibin û jê re zêdetir teslîm bibin. Dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “ Di vê şeva ku tê de deriyên rehmetê heta dawiyê vekirînê de bi secdeyên dirêj em ji Rebbê xwe mexfîretê teleb bikin. Ji bo dawî li wan êş û elemên ku ummeta Îslamê dikşînin bê anîn bi taat û teslîmiyetê em dia bikin û ji Xweda re lawayî bikin. Her wiha em ji Xweda feraset û basîretê teleb bikin da ku xwîna ku li erdnigariya me diherike bi dawî bisekine. Êvarî em wextê xwe bi zikr û îbadetê biborînin û em îmana xwe taze bikin. Her wiha em ji birayên xwe yên Misliman re dia bikin. Di vê şeva ku şeva paqijî û rizgariyê ye de pir zêde tobe bikin.”
Di dawiya peyamê de qendîla temamê Mislimanan hat pîrozkirin û hat temennîkirin li ser axên Îslamê yên ku warê selamê ne cardin aştî û hizûr hakim bibe.
ÎLKHA