Emel Huseyîna 7 salî ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest da

Emel Huseyîna 7 salî ya ku li Yemenê ji birçîbûnê nexweş ket û hat rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Li Yemena ku Siûd êrîşên xwe yên hovane û wehşî hêj lê didomîne mirinên ku ji birçîbûnê pêk tên berdewam dikin.

Li Yemenê 14 milyon însan bi birçîbûnê re micadele dikin. Emel Huseyîna 7 salî ya ku qurbana dawî ya birçîbûnê ye li nexweşxaneya ku lê hat rakirin jiyana xwe ji dest da.

Meryem Huseyîna dêya Emelê li ser wefata qîza xwe diyar kir “Bi mirina wê kezeba min şewitî. Emel her tim dibişîrî.”

Heftîya borî di Rojnameya New York Tîmes de dîmena qîzeke Yemenî ya bi navê Emel Huseyîn a ku ji birçîbûnê hatibû rakirin nexweşxanê hatibû weşandin û di medyaya civakî de jî dîmenên wê hatibûn parvekirin. Piştî van parvekirinan ji bo Emela ku ji ber birçîbûnê bi nexweşîyê re micadele dikir banga alîkarîyê hatibû kirin.

Koordînatorê Rewşa Acîl û Alîkarîya Însanî yê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock derbarê rewşa xeternak a li Yemenê de diyar kiribû “ Niha Yemen bi xetereyeke mezin û bi lez a xelayê re rûbirû mane. Ew xelayê ku li Yemenê heye, heta niha tu carî nehatiye dîtin. Li gor daneyên meha Îlonê ya Neteweyên Yekbûyî li herêmê 11 milyon bi xeterê re rûbirû mane ku ev hejmar xelet ; di encama nirxandin û lêkolînên nû yên ku hatin kirin de, hat tespîtkirin ev hejmar zêde zêde ye. Li gorî nirxandin û lêkolîna nû ya ku ji teref me ve hat kirin, hat tespîtkirin ku hejmara wan kesên ku jiyana xwe bi alîkarîyên ku ji derve tên hewl didin bidomînin ne 11 milyon, 14 milyon e ku ev hejmar jî nîvê nifûsê ye.Di encama xebatên nêzî 4 salan li herêmê hat kirin de, derket holê, bi milyonan kesên Yemenî ji ber birçîbûn, xela, kolera û ji ber nexweşîyên mîna van  zeîf û ketine û perîşan bûne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû