Emerîka dixwaze li herêmê sînoran biguherîne

Wezîrê Parastinê yê Îranê Emîr Hatemî îfade kir ku Emerîka li deverê li pêşîya kaos û qeyraneke nû ye û dixwaze sînoran biguherîne.

Wezîrê Parastinê yê Îranê Emîr Hatemî li Tahranê beşdarî sempozyûmekê bû û îfade kir ku Emerîka li deverê li du projeyên nû ye û wiha got: “Emerîka dixwaze li deverê sînoran biguhere. Ya din jî divê dewletên herêmê ji wadên Emerîka bawer nekin.”

Hatemî di berdewama axavtina xwe de wiha got, “Sedemê li paşmayîna deverê şêlandina Emeîka dewlemendîyê wê yên ser rûyê erdê û yên bin rûyê erdê ye. Li vê herêmê bedel hatin dayîn, xwîn hat rijandin û herb hatin derxistin bi vî awayî sînorên niha hatin çêkirin. Niha dixwazin van sînoran jî biguharin. Dixwazin ji nûve li deverê qeyran, kaos û herbê derxin û xwînê birjînin. Dixwzin êş û lemên sed sal berê hatine jiyandin ji nûve bidin jiyandin.”

Hatemî destnîşan kir ku neyarên deverê xwestin li Kurdîstana Iraqê lîstokekê bidin lîstin û sînorên nû deynên.

Hatemî, wiha li axavtina xwe dawî hanî, “Li deverê bi xebatên Tirkîye, Iraq û Îranê ew dawaz bê encam ma. Lê belê dixwazin projeyên wisa li ser Rojhilatanavîn têxin sepanê.” (ÎLKHA)

 


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Neaşê Mela Abdurrezzaq Tepe hat definkirin
Li Wanê di mezinahîya 3,9an de erdhejek pêk hat
Mehmet Goktaş Xoce: Eger em ji cîhadê birevin wê Xweda hin kesên din ji dewsa me re bişîne!
Zîrweya Perwerdehîya Bilind a Kurdistan û Urdunê dest pê kir
Ji HUDA PARê amadehîya “Kongreya Mezin”