Encama operasyonên di nava hefteyekê de hatîye rastkirin hat eşkerekirin

Wezareta Karûbarên Hudurîn eşkere kir ku, “Di encama opersyonên di navbera 21ê Gulan û 28ê Gulanê de hatîye rastkirin de jê 3 ji asta jor bi tevahî 42 PKKyî hatin ji desthilanîn xistin.”

Li gor daxuyaîya ji teref Wezareta Karûbarên Hudurîn ve hat kirin di nava hefteya dowî de di çarçoveya opersyonên ewlehîya hundurîn de hezar û 483 opersyon hatin lidarxistin.

Di opersyonan de bi îdîaya endamî û alîkarîya PKKê 145, bi îdîaya têkiliyên DAEŞê 33, di çarçoveya micadela li dijî FETO de 545 û di opesyonên li dijî rêxistinên çep jî 7 kes hatin binçavkirin.

Di opersyonên bi rêk û pêk hatin kirin de jê 730 ji sûcên terorî, 75 ji koçkirina bê derqanûnî û 3 hezar û 204 kes jî ji sûcên bikaranîn û qaçaxîya narqotîkê bi tevahî 4 hezar û 9 kes hatin girtin.

Di opersyona ewlehîya hindurîn de 21 mirî, 6 giran birîndar, 15dê wan teslîm bûyî bi tevahî 42 PKKyî hatin ji desthilanîn xistin. PKKyîyên ku hatin ji desthilanîn xistin jê 3yê wan di nava “lîsteya terorê ya grî” de bûn Zeynel Kuçukê bi qoda Şevger dihat naskirin, Fûat Akkaya yê bi qoda Fûat Fikrî, û Adnan Çelîkê bi qoda Kendal dihatin naskirin hatin ji desthilanîn xistin. (ÎLKHA)  

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû