Encamên hilbijartinan ên li Kurdistana Iraqêhatin daxuyandin

Encamên hilbijartinên ku di 30ê Îlonê de li Kurdistana Iraqê hatibûn kirin hat daxuyandin, di hilbijartinan de PDKyê bi 45 kursîyên ku stand bû xalibê hilbijartinan.

Komîsyona Referandûm û Hilbijartina Bilind a Xweser a      Kurdistanê, encamên hilbijartinên ku di 30ê Îlonê de li Kurdistana Iraqê hatibûn kirin tesdîq kir.

Serokê Komîsyona Hilbijartinê Hendren Muhammed, derbarê hilbijartinan de diyar kir 119 rayên li 96 navendan hatin betalkirin.

Li gor encamên fermî di hilbijartinan de Partîya Demokrat a Kurdistanê de 686 hezar û 70 ray stand û 45 kursîyan bû xalibê hilbijartinan. Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê bi 319 hezar û 912 rayan bû duyemîn, Goran bi 186 hezar û 903 rayan bi sêyem û Hareketa Nesla Nû jî bi 127 hezar û 115 rayan bû çaremîn partî.

Ray û kursîyên partîyên din wisa ye:

Komel: 109 hezar- 7 kursî

Koaslîsyona Reform: 79 hezar 434- 5 kursî

Koalîstona Serdem: 15 hezar û 581-Kursîyek

Azadî: 8 hezar û 63- Kûrsîyek.

Partîyên bi navê Reforma Tirkmenan, Millet, Cepheya Tirkmenan, Rafîdeyn, Şexsê Ermen di meclîsê de her yek ji wan kûrsîyek, Koalîsyona Yekîtîya Neteweyî 3 kursî û Partîya Pêşveçûnê ya Tirkmenan jî 2 kûrsî qezenc kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir