Enqere teslîmî lehîyê bû

Li Enqerê derdora 15 deqan tavî ket û lehê rabû, ji ber lehîyê rê di bin avê de man û gol çêbûn.

Piştî ji teref Midûrîya Giştî ya Meteorolojî yê ji bo giştîyê Enqerê hişyarîya baranê hat kirin, di saetên êvarê de di demeke kurt de baraneke zêde ket û lehî rabû. Ji ber barana zêde rê û cadde bûn wek golên avê. Di rê û kêleka rêyan de golên mezin yên avê çêbûn.

Di lehîya rabû de gelek wesaît û otobus di nava avê de mehsûr man. Welatîyên di nava avê de mehsûr man derketin ser wesaîtên xwe û li hêvîya alîkarîyê man.

Wesaîtên di qadên sîteyan de bûn jî di bin avê de man. Li bajêr gelek mal û avahî di bin avê de man.

Li bajêr ji ber tavî û baran zêde lehî rabû û li hin navçeyan jî ber zîpikê welatîyan zehmetîyên mezin kişandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn