Erbaş êrîşa siyonîstan telîn kir

Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş êrîşa siyonîstan a ku tê de pîrekeke bi hemil û bebeka wê hat şehîdkirin telîn kir.

Siyonîstên terorîst doh êrîşa asimanî birin Xezzê û pîrekek bi hemil û bebeka wê ya salî û nivî şehîd kirin. Derbarê vê êrîşa siyonîstên terorîst de ji teref Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Erbaş di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “ Wehşeteke din li wê wehşeta ku li Xazzê tê kirin hat zêdekirin. Dayikeke bi hemil û bebeka wê ya salî nivî di êrîşa asimanî de hatin şehîdkirin û bi dehan kesên masûm û bêguneh hatin birîndarkirin. Ez vê êrîşa wan kesên ku ji însanetîyê bêpar mane û ne xwedîyê wijdanê ne telîn dikim. Ez ji Xweda bo dayik û bebeka wê rehmetê û bo birayên xwe yên birîndar jî şifayê teleb dikim.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn