Erdogan bi Serokwezîrê Pakistanê re hevdîtin kir

Serokomar Erdogan û bi Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan re hevdîtin kir.

Hat ragihandin Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan li ser telefonê hevdîtinek kirin.

Derbarê mijarê de ji teref Serokomartîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin “Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan bi telefonê li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gerîya. Di hevdîtina ku hat kirin de rageşî û gengeşîya ku di van rojên dawî de di navbera Pakistan û Hindistanê de rû da ye û geşedanên herêmî hatin gotûbêjkirin.”

Îmran Xan jî di daxuyanîya ku da destnîşan kir “ Emê bi dostên xwe re di nav pêwendîyê de bin û ji bo rageşî bê kêmkirin em ê ji wan alîkarîyê teleb bikin. Ez ê Serokomarê Tirkîyê jî ji bo vê yekê bigerim.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn