Erdogan: Em ê qetîyen destûr nedin ku îşxala li Girên Golanê bê meşrûkirin

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji daxuyanîya Trump a derbarê Girên Golanê de re bertek nîşan da û destnîşan kir “Em ê qetîyen destûr nedin ku îşxala li Girên Golanê bê meşrûkirin.”

Ji teref Serokê Amerîkayê Donald Trump ve derbarê Girên Golanê yên ku ji sala 1967an vir ve di bin îşxalê de ne ve daxuyanîyek hat dayîn. Trump di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de destnîşan kir êdî wext e ku desthilatdarîya rejîma siyonîst a li Girên Golanê bê naskirin.

Erdogan di civîna Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ya ku li Stenbolê bi rojeva qetlîama li New Zelandê hat tertîpkirin de derbarê daxuyanîyên Serokê Amerîka Donald Trump de destnîşan kir “Em ê qetîyen destûr nedin ku îşxala li Girên Golanê bê meşrûkirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê