Erdogan raya xwe da

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li DibistanaNavîn a Uskudar Saffet Çebîya Stenbolê digel malbata xwe dengê xwe da.

Hat ragihandin Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Dibistana  Navîn a Uskudar Saffet Çebîya Stenbolê digel malbata xwe dengê xwe da.

Stenbolî îro ji bo hilbijartina serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê diçin li ser sindoqan. Hilbijartin di seat 08.00an de dest pê kir.

Lijneya Hilbijartina Bilind hilbijartinên Serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê ya ku di 31ê Adarê de hatibûn kirin betal kiribû û biryar dabû ku di 23ê Hezîranê de hilbijartin ji nû ve bên kirin.

Niha li 31 hezar û 342 sindoq ji bo hilbijartinan  hatine danîn û ew ê 10 milyon û 560 hezar û 963 hilbijêr biçin li ser sindoqan û raya xwe bi kar bînin.

Hilbijartina ku di seat 08.00an de dest pê kir dê di seat 17.00an de xelas bibe.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Dibistana  Navîn a Uskudar Saffet Çebîya Stenbolê digel malbata xwe dengê xwe da û piştî dengdayînê daxuyanî da.

Erdogan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “ Ew ê Stenbol di warê hilbijartinan de qerara herî baş bide.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê kesê ku qijnik wî gez kiribû mir
Di 3 salên dawî de 51 hezar zarokên ku îltîcayê Ewropayê kiribûn winda ne
Xwendekar û akademîsyenan piştgrîyê dan çalakiyên Xezzeyê yên xwendekarên Amerîkayê
Di lehîya Kenyayê de hejmara mirîyan derket 169an
Rejîma îşxalker welatîyekî Rihayî li Qudsê şehîd kir