Erdogan: Temamê hilbijartinên li Stenbolê bêûsil in

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan destîşan kir “Temamê hilbijartinên li Stenbolê bêûsil in.”

Erdogan berî ziyareta xwe ya Rûsyayê li Balafirgeha Stenbolê mijarên di rojevê de nirxand. Erdogan di daxuyanîya ku derbarê hilbijartinan de da de destnîşan kir “Temamê hilbijartinên li Stenbolê bêûsil in.  Bila tu kes nebêje min bi 13-14 hezar dengan hilbijartinê qezenc kir. Mafê tu kesî ji vê yekê re tune ye.”

Erdogan di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir pêvajoya hilbijartinê qedîyaye êdî pêvajoya darazê dest pê kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Patron niha YSK ye. Em dibînin ku hinek sûcên bi organîze hatine kirin.”

Erdogan di dawîya daxuyanîya xwe de derbarê serokwezîrê çeteya terorê ya siyonîst de wiha axivî: “ Temamê karên ku Netanyahu dike li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn