Erdogan û Trump derbarê Minbic û Îdlîbê de hevdîtin kirin

Serokomarê Tirkîyê Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump di hevdîtina ku li ser telefonê kirin de derbarê mesleya Minbic û Îdlîbê de gotûbêj kirin.

Di navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump de doh ber êvarî hevdîtinek hat kirin.

Derbarê mijarê de ji teref Serokomartîyê ve daxuyanîyeke nivîskî hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin her du serok di hevdîtina ku li ser telefonê kirin de derbarê mesleya Minbic û Îdlîbê de gotûbêj kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin Erdogan û Trump bi qerar in ku ji bo pêwendîyên di navbera Tirkîye û Amerîka de bi qewettir bibin gavan bavêjin û dû re wiha hat gotin: “Her du serok him di mijarên du alî û him jî di mijarên herêmî de mutabiq mane ku di pêvajoya pêş de bi hev re di nav têkilîyê de bin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn