Erdogan:Eşkere ye ku Kaşikçi hatiye kuştin, divê hûn wê cesedê derxin holê

Erdogan derbarê kuştina rojnamgerê Siûdî Cemal Kaşikçi de diyar kir “Eşkere ye ku Kaşikçi hatiye kuştin; divê hûn wê cesedê derxin holê. Hevkarên xwecih kî ne? Divê hûn van bibêjin.”

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan  beşdarî Civîna Berfirehkirî yê Serokbajarên bû û derbarê mijarên di rojevê de axavtinek kir.

“Hevkarê xwecih kî ye? Hûn ê vê yekê bidaxuyînin”

Erdogan di axavtina xwe de balan kişand li ser kuştina rojnamgerê Siûdî û derbarê mijarê de wiha axivî: “Eşkere ye ku Kaşikçi hatiye kuştin; divê hûn wê cesedê derxin holê. Hevkarên xwecih kî ne? Divê hûn van bibêjin.  Me ji bo kesên ku meselê meraq dikin, nusxeyeke belgeyên di destê me de da wan. Me da Erebistana Siûd jî. Di destê me de hinek belgeyên din  jî hene, Xweda mezin e, hewce nake ku em acele bikin. Ev 18 kes dizanin Kaşikçi ji teref kî ve hatiye kuştin; lewra fail di nav wan de ye. Hevkarê xwecih kî ye? Hûn ê vê yekê bidaxuyînin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir