Êrîş li Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê hat kirin

Li Trablûsa paytexta Lîbyayê êrîşa bombeyî li Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê hat kirin.

Hat ragihandin li Trablûsa paytexta Lîbyayê êrîşa bombeyî ji teref êrîşkarên xwekuj ve li Wezareta Karên Derve yê Lîbyayê hat kirin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin çend kesên çekdar pêşî bi çekan êrîşî birin li ser wezaretê û dû re bombeyên li ser xwe teqandin.

Hat diyarkirin di êrîşa ku hat kirin de 3 kes mirine.

Di dema êrîşa ku hat kirin de Wezîrê Karên Derve Muhammed et-Tahir Seyyale ne li avahîya wezaretê bû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn