Êrîşa çekdarî li malbata Sûrîyeyî hat kirin: Kesek mir, yek jê pitik 3 kes birîndar bûn

Li Qosera Mêrdînê êrîşa bi kêr li malbateke Sûrîyeyî hat kirin, di encama êrîşa bi kêr a ku hat kirin de kesek mir, yek jê pitik 3 kes birîndar bûn.

Bûyer li Tilkerêya gundê Qoserê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Tilkerê di navbera kesên bi navê Azad Muhammedê Sûrîyeyî(34) û A.B.yê welatîyê Tirkîyê de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn nîqaş derket. Ji ber ku nîqaş mezin bû A.B. kêra xwe derxist û Azad Muhammed da ber kêran. Yusra Abdoya xanima Azad Muhammedî xwest ku mudaxeleyî bûyerê bike, di dema kirina mudaxelê de çend derbên kêran li wê û li zarokên wê yên bi navê Şêxa(11) û Emgihan(2) jî ketin.

Azad Muhammed li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kesên ku birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û kesê êrîşkar A.B. ji teref cendirmeyan ve hat binçavkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin