Li gor xeberan hat diyar kirin ku teyarên Emrîka yên bê însan, du roj berê li Somalî, êrîşî rojhilata welat kir. Di êrîşê de nêzî 40 sivîl hatin qetil kirin. Bi dehan kes jî birîndar bûn.
Firokên Emrîka, li rojhilata Somalî, li bajarê Baladê, millete sivîl kire hedef. Nêzî 40 kes hatine qetil kirin û gelek kes jî birîndar bûne. Tê gotin ku Yekîtiya Efrîka û eskerên Somalî, li bajarê Baladê êrîşî milletê sivîl kirine.
Wekî tê zanîn, teyarê Emrîka yên bê însan, li Efğanîstan û Pakîstan û Yemenê jî, heta niha gelek cara qetlîam rast kiribûn û bi hezaran însanên sivîl qetil kiribûn.
Li aliyê din, li İraqê li paytext Beğdayê, li sê deveran bombe teqiyan. Di teqînan de, 14 kes hatin kuştin. 54 kes jî birîndar bûn. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)