Êrîşek jî li Îngîlterê li Mislimanan hat kirin

Piştî êrîşa terorê ya ku li New Zelandê hat kirin re êrîşek jî li Londraya paytexta Îngîlterê li Mislimanan hat kirin.

Hat ragihandin piştî êrîşa terorê ya ku li New Zelandê hat kirin re êrîşek jî li Londraya paytexta Îngîlterê li Mislimanan hat kirin. Tê diyarkirin komeke terorîstan êrîş birin li Mislimanên ku ji bo nimêja înê kom bûbûn.

Êrîş li ser Kolana Cannona Londrayê pêk hat. Komek terorîstên xaçperest bi keser û daran êrîşî Mislimanên ku ji bo nimêja înê li ber Mescîda Ashaadîbî  û Navenda Civakê kom bûbûn kirin. Mislimanan bersiv dan êrîşên terorîstên xaçperest.

Dema ku Misliman bersiv dan terorîstên xaçperest, terorîstan hewl dan ji cihê bûyerê birevin. Dema ku terorîstên xaçperest kirin ku birevin hevalekî xwe yê xaçperest li pey xwe hiştin.

Tê diyarkirin di êrîşê de Mislimanek birîndar bû û hat rakirin nexweşxanê.

Ji bo kesên êrîşkar bên girtin polês lêpirsîn da destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin