ESED DIFERIKE

Xeber diyar dikin ku li Sûriye şer û veqetandina ji îdara Esed dewam dikin

 ESED DIFERIKE
JI ÎDARA DEWLETA SÛRIYE VEQETANDIN DIDOMIN

Xeber diyar dikin ku li Sûriye şer û veqetandina ji îdara Esed dewam dikin. Piştî serekwezîr Riyad Hîcab û berdevkê serekwezîr Muhammed Itrî, derbasî hêla muxalîfan bûn, veqetandina ji îdara Esed bilez bû.

Li gor xeberan, 3 yarbay, mufettîşekî maliyê û qezetevanek ketin sefê muxalîfan. Hat gotin ku yarbay Hesen Bedewî û jina wî Leyla Kirediya mufettîşê maliyê, yarbay Welîd Hesen û qûrmay Yarbay Xalid Hesen, xizmetkarekî kanala televîzyona Sûriye derbasî hêla muxalîfan bûne.

Berî niha Riyad Hîcab û Muhammed Itrî reviyabûn Urdinê. Bi vî awayî heta niha, gelek sefîr û sûbay, dev ji wezîfa xwe berdane û ketine sefê mûxalîfan. Li Sûriye li hinek bajaran jî, şerê giran tê kirin. Heleb di bin bombardimanê de ye.

Li aliyê din li Mekkê, civînek ji bo rewşa Sûriye tê li dar xistin. Teşkîlata hevkariya Îslamî dixwaze endamtiya Sûriye bide sekinandin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin