Li Efğanîstanê li merkeza Bagramê, eskerên Emrîka Quran şewitandin, mesûlên NATO ozur xwestin.
Li gor xeberên ajansa, li Efğanîstanê li Bagrama merkeza hewayê, eskerên Emrîka Quran û kitêbên dînî şewitandin. Ji ber vê heqaretê, bi hezaran xelqê muslumanê Kabîl, pir qehirîn û li dora merkeza Bagramê civiyan. Bi slogan û tekbîra meşiyan, di sloganên xwe de kuştina ecnebiyan xwestin. Deryê merkezê dan ber keviran. Ji wan hineka jî, bi jor ve sîleh teqandin.
Li aliyê din, li bajarê Celalabadê jî, li pêş merkeza NATO hejmarek mezin însan civiyan, slogan û tekbîr dan.
Li ser civîna millet, polîsên Efğanê jî çûne ber merkezê.
Tê gotin ku Quran û kitêbên hatine perçiqandin û şewitandin, yên mehkûma nin; ku berê di merkeza Bagramê de girtîbûne. Qomandarê ISAFê Con Allin, li ser şewitandin û qehirandina millet lêpirsîn vekir.
Par de di meha Nîsanê de, dema li Emrîka keşekî Quran şewitand, li Efğanîstanê xelqê musluman dîsa qehirî bûn, di meş û hadîseyan de deh kes hatibûn kuştin û gelek jî birîndar bûbûn. (Ferman Çiyayî- Bangaheq)