‘Eskeriya Tirkî Hemî Cema’et Kirine Hedef
Di Lêkolîna Casûsiya ‘Eskerî de, Hardîskê ku di “Behriyeya Golcuk”ê de hatibûn zeft kirin de ewraqên têde cema’etê Îslamî hedef hatine girtin derketin.
Kîjan Cema’et Xwe Çawa Dinixumîne
Di dema 28 Sibatê de çawa ku ji teswîrên hatine kişandin de xweya dike, ji mensûbên îstîxbaratê re pîrekên kîjan ceme’etê bi çi awayî xwe dinixumîne hatiye pêşkêş kirin. Pîrekên nixumandî bi navê ceme’etên texlît texlît hatine hedef girtin.
Di van ewraqa de bi sernivîsa: “Pîrekên mensûbên hereketên Îslamiyên radîkal çawa şerpa xwe girêdidin” hatine hedef girtin. Di teswîra de pîrekên nixumandiyê bi şerpe “Terîqeta Acz-i Mendî û Hîzbullah” û bi navê ceme’etên texlît texlît hatine teqsîm kirin û ev pîrekên nixumandî heta bi çi awayî şerpê xwe girêdidin ji mensûbên îstîxbaratê re hatine beyan kirin.
Li ser vê xeberê kesên xwey ujdan gotin: “Hedef nîşandana ku do ‘eskeriyê dikir îro Emniyet û hêzên kûrê millîyetperestê Tirk dikin.”
Berpirsiyarê Kelhaamed beyan kir go: “ Dujminantiya ku ji cumhuriyetê heta îro li ser Îslam û ceme’etên Îslamî didome neqediyaye û îhala li ser pişta Ergenekonê îro emniyet û hêzên kûrê pey wan dane mila.”