Esnafên bazara Mêrdînê diyar kirin ku zêdebûna bihayên di kirînûfirotina bazarê de li gorî salên berê di asteke maqûltir de ye; her wiha anîn ziman ku li pazaran qelebalixî heye lê hêza kirînê ya welatiyan zeîf bûye.
Esnafên bazarê yên li Mêrdînê, derbarê bihayên ku her sal zêde dibin û hêza kirînê ya welatiyan de ji İLKHAyê re nirxandin kirin.
Esnafan anî ziman ku bihayên xurek û madeyên hewcedariyê yên bingehîn li gorî salan diguherin û diyar kirin ku eleqeya welatiyan a ji bo kirînûfirotinê ji ber hewcedariyên bingehîn bi mecbûrî berdewam dike.
"Bihayê sebzeyan ji 20-30 lîreyî dest pê dike"
Mahsum Başçı ku diyar kir hêza kirînê ne zêde ye wiha got: "Di bazarê de bihay niha di asteke ku mirov dikare bibêje belaş de ne. Meyveyên herî bi kalîte jî erzan tên firotin. Lê belê di mirovan de hêza kirînê tune ye. Em mehek e bazarê venakin, me nû vekir. Sedema wê jî ji ber ku kar tune ye em zirar dikin. Maheyf, hêza kirînê ya xelkê tune ye. Bihayê sebzeyan bile ji 20-30 lîreyî dest pê dike. Xiyar 20 lîre ye, kes nîne bikire. Qalîteya yekem a xoxê 75, kalîteya duyem jî 50 lîre ye. Meyveyên qalîteya yekem bi gelemperî 75 lîre, yên qalîteya duyem û piçûktir jî li derdora 30-40 lîreyî ne. Tûreş (çilek), ji ber ku ne demsala wê ye bi 150 lîreyî tê firotin. Her wiha ji navçeya Sasonê ya Batmanê tê."
Başçı ku derbarê bihayên berhemên demsalî û yên ji bo zuhakirinê de jî agahî da wiha got: "Berhemên demsalî yên di bazarê de cîh digirin; xox/şeftalî, hirmî, nektarîn û tirî ne. Bihayên navînî yên van meyveyan li derdora 75 lîreyî ne. Berhemên qalîteya duyem kêmfiroştir in û heta 30-40 lîreyî paşde dadikevin. Mûz bû 100 lîre, nû bilind bû. Berhemên ji bo zuhakirinê jî erzan in. Bacanên sor ji 20-30 lîreyî dest pê dikin, ya herî baş 40 lîre ye. Îsota sor 40 lîre ye, kornîşon (xiyarê tirşiyê) jî di navbera 30, 40 û 50 lîreyî de diguherî."
"Medyoxem hêza kirînê rojeva bi rojekê paşde dadikeve"
Başçı ku derbarê mesrefên hilberîn û veguhastinê de jî axivî wiha got: "Pirsgirêka herî mezin mesref in. Mazot di asta 82 lîreyî de ye. Divê 10 kîlo meyve bê firotin ku bihayê lîtreyek mazot derkeve. Em diçin Diyarbekirê û vedigerin, mesrefa me gelek dibe. Em nêzî 100 kîlometre rê diçin. Her wiha bihayê cihê bazarê (îşxalîye) jî heye. Bi vê re bihayê poşetan jî bixeyir bû, heqê rojane yê karkeran jî heye. Medyoxem hêza kirînê roj bi roj paşde dadikeve. Ji aliyê din ve xebatên binesaziyê yên ku di qadên bazarê de berdewam dikin jî pirsgirêkek mezin çêdikin. Ji ber vê yekê em mehek e nikarin Bazara Sêşemê vekin. Divê rayedar zû bi zû van xebatan temam bikin. Em nêzî 3 mehan e di nav vê tozê de ne."
"Niha bihayên berheman bi rengekî guherbar radibin û dadikevin"
Kadir Anlayışlıoğlu ku diyar kir berhemên kartol û pîvazan îsal guncawtir in ev îfade anîn ziman: "Em 12-13 sal in di nav vê xebatê de ne. Em firotina kartol, pîvaz û sîran dikin. Sala çûyî çêtir bû. Niha bihayên berheman bi rengekî guherbar radibin û dadikevin. Bihayê kartol û pîvazê niha 30 lîre ye. Pîvaz di hefteyên borî de bi 50 lîreyî dihat firotin, niha daket 30 lîreyî. Sedema vê jî mercên hewayê û kêmçandina îsal e. Demekê berhemên hawardeyî (îtxal) hatin, niha ku pîvazên zivistanê derketin bihay paşde daketin."
"Xerciya hefteyî ya mitfaxa malbatekê di binê 2 hezar lîreyî de namîne"
Anlayışlıoğlu diyar kir ku xerciya mitfaxa malbatekê di binê 2 hezar lîreyî de nîne û wiha got: "Bi gelemperî bihayên bazarê guncaw in lê di xelkê de hêza kirînê tune ye. Bacanên sor li derdora 20-25 lîreyî ne, meyve û sebze jî di navbera 50-70 lîreyî de ne. Xerciya hefteyî ya mitfaxa malbatekê di binê 2 hezar lîreyî de namîne. Em evê li vir ji nêz ve dibînin. Mişteriyek tenê ji bo çenteyekî kartol û pîvazan 400-500 lîre dide. Hema ji xwe re digel vê meyve, sebze, rûn û ava wê jî heye."
Anlayışlıoğlu anî ziman ku beşekî mezin ê mesrefên wan li ser sotemeniyê ye û wiha axivî: "Kîloya poşetan bû 130-140 lîre. Dema ku tu digel vê heqê karker û yê cihê bazarê jî hesab dikî, em bi zorê mesrefa xwe derdixin. Mesref gelek e. Çawa ku market zêde dibin, ev meslek dê hêdî hêdî biqede, wekî ku bazaran gel namînin. Li bazarê qelebalixî heye lê hêza kirînê tune ye. Qelebalixiyeke vala heye."
"Sala çûyî û îsal bihayî hema hema di heman astê de ne"
İzzettin Çağtay jî van nirxandinan kir: "Ez 10 sal in di nav vê xebatê de me, zebeşan difroşim. Sala çûyî û îsal bihay hema hema di heman astê de ne. Bihayê zebeşî digel sala çûyî yek e. Meyveyên din jî îsal ji sala çûyî erzantir in. Sala çûyî me cureyên meyveyan kîloya wê bi 100 lîreyî difroşt, îsal em 4 kîloya wê bi 100 lîreyî bi zorê difroşin. Hêza kirînê ya xelkê heye. Sala çûyî me li bazarê tirî kîloya wê bi 100 lîreyî difroşt, xelkê 3-4 kîlo dikirî û diçû. Îsal digel ku em 4 kîloya wê bi 100 lîreyî difroşin jî xelk kîloyekê dikire. Xerciya hefteyî ya mitfaxa malbatek 4 kesî herî zêde li derdora 700-800 lîreyî ye. Berhemên wekî xox/şeftalî, nektarîn, erîk û tirî kîloya wan 25 lîre ye."
"Di bazarê de tevger heye"
Çağtay diyar kir ku wekî esnafê bazarê mesrefa wan a herî mezin mazot e û wiha axivî: "Mazot niha bixeyir e. Her wiha dema em mal dikirin jêbirina ji sedî (komîsyon) tê kirin. Em ji bo heqê karkeriyê û heqê cihê bazarê gelek tişt didin. Tana poşetê bû 2 lîre. Niha em zebeşî bi 10 lîreyî difroşin. Wekî mînak, em zebeşî bi 5 lîreyî dikirin, bi jêbirina ji sedî û heqê karkeriyê re ji me re dibe 6 lîre. Dema em mazot, poşet û heqê cihê bazarê jî lê zêde dikin ji me re dibe 8 lîre. Em jî bi 10 lîreyî difroşin. Dema em li rewşa giştî dinêrin, rewşa xelkê baş xuyayî dibe. Ji bilî riyên Mêrdînê ti pirsgirêkek tune ye. Rewşa gel baş e, di bazarê de jî tevger heye. Înşallah dê bi vê awayî berdewam bike."