Li Dîyarbekirê wesayîtek li tankêra avê qelibî: 1 birîndar
Li navçeya Sûrê ya Dîyarbekirê, di qezayekê ku wesayîtek û tankereke avê li hev ketin de kesek birîndar bû.
Qeza, li taxa Palûkê ya navçeya Sûrê, li ser rêya Dîyarbekir-Çinarê qewimî.
Li gorî agahiyan, wesayîteke bi plakaya 06 AC 6736 li paş tankereke avê ya bi plakaya 31 ER 622 ku li ser rêya navîn daran av dida qelibî. Di qezayê de kesek di wesayîtê de birîndar bû.
Wesayîta ku li tankera avdanê qelibî zirareke mezin dît. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.