​Eşqa Qur’ana Kerîm a kesên ku guhên wan nabihîze

Li Entabê xwendekarên ku guhên wan nabihîze bi eşq û şewqeke mezin hewl didin Qur’ana Kerîm û zanistên dînî hîn bibin.

Li Entabê ji teref Miftîtîya Şehîtkamîla navçeya Entabê ve li Lîseya Perwerdehîya Taybet a Alî Suzer  ji bo kesên astengdar qurseke taybet hat vekirin. 11 xwendekarên ku kerr in ango guhên wan nabihîze bi eşq û şewqeke mezin bi zimanê nîşaneyan hewil didin Qur’ana Kerîm û zanistên dînî hîn bibin.

Omer Keskînê Miftîyê Şehîtkamîla Entabê derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û destnîşan kir “ Ew berî vê 3-4 salan bingeha van qursan avêtine û hemû kesên ku astengdar in dikarin sûdê ji van qursan bigirin.”

 “Heqê hemû kesî ye ku dînê me hîn bibe”

Keskîn di berdewama axavtina xwe de pêvajoya avêtina bingeha qursên ji bo astengdaran kir û destnîşan kir ew di encama vê pêvajoyê de Qur’anên Kerîm ên ku bi alfabeya Braîlle hatiye amadekirin dane çapkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Herî dawî ji bo welatîyên me yên ku guhên wan nabihîzin Elîf Baya du cild hat amadekirin. Xebatên  amadekirina hin kitêbên mîna nimêj, sûreyên kin û yên mîna wan ên ji bo kesên astengdar ji teref  Midûrtîya Giştî a ya Weşanên Dînî ya Serokatîya Karên Diyanetê ev tên domandin. Ew ê di nava vê salê de ev kitêb dê bên çapkirin.”

“Ew birayên me yên ku di qelbên wan de tu asteng tune ye Qur’ana Kerîm hîn dibin”

Ehmed Mansûrê Koordînatorê Kesên Astengdar ê Miftîtîya Bajêra Entabê jî derbarê mijarê de jiyar kir ji bo naskirina Xweda û Resûlê wî û ji bo hînbûna Îslam û Qur’ana Kerîm tiştek li ber kesên astengdar ne asteng e û dû re wiha got: “Ew birayên me yên ku di qelbên wan de tu asteng tune ye Qur’ana Kerîm hîn dibin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê