Ev 17 roj in ku ji Leylaya biçûk xeber nayê standin

Ji Leylaya ku li Bezîrxana gundê Agirî berî 17 rojan winda bûbû hêj xeber nehatîye standin û xebatên lêgerînê bênavber berdewam dikin.

Leyla Aydemîra 4 salî ji bo îdê bi malbata xwe re çûbû Bezîrxana gundê Agirî winda bûbû. Di gel temamê lêgerînan hê jî tu agahî ji leyla nehatîye stendin.

Xebatên lêgerîna keça Nîhat û Şukran Aydemîr Leylaya windayî bê navber dewam dikin. Ji bo dîtina Leylaya bi çûk ji Nevşehîrê Kûçikê Perwerde yê Cendirmeyan yê Navenda Perwerdehîyê (JAKEM) yê bi navê “Modul” hanîn û di nava gund de li malên xirabe, bîr, rexê çeman û li heman derên metrûk lêgerîn hat kirin.

Li derveyî gund ekîbên AFAD, Heyva Sor ya Tir, Ekîbên Acîlê û seydvanên ji Êlihê hatine beşdarî xebatên lêberînê bûn.

Ekîban ji sêbê heta êvarê lêgerîn kirin lê belê li tu tiştekî rast nehatin. Lêgerîna Leylaya biçûk dê îro dewam bike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir