Ev 20 roj in ku rêya gund nikare bê vekirin

Li Mûşê ji ber berfa ku zêde barîya rêya gelek gundan hatibû girtin ku yek ji wan gundan jî gundê bi navê Uçevler Grup e ku ev 20 roj in rêya gund nikare bê vekirin.

Hat ragihandin li Mûşê ji ber berfa ku zêde barîya rêya gelek gundan hatibû girtin ku yek ji wan herêmên ku rê lê hatibû girtin herêma bi navê Uçevler Grup e ku ev mehek e ku rêya 9 gund û 22 nikare bê vekirin. Ji bo rê bên vekirin ev 20 roj in ku xebat tên kirin; lê belê ji ber berfa ku zêde barîya  rêya gundik û gundikan nikare bê vekirin.

Ekîbên Îdareya Taybet ê Bajêra Mûşê ev 20 roj in bi 5 mekîneyên kar bênavber dixebitin da ku rêya gund û gundikan bên vekirin.

Midûrê Îdareya Taybet ê Bajêra Mûşê Mehmetşah Şenturk derbarê mijarê de diyar kir ekîbên wan hewl didin bi bin şert û mercên giran de rêya gund û gundan vekin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em hêvî dikin rêya herêma ku lê zêde berf barîye di navbera 2-3 rojan de bê vekirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin