Evîndarên Pêxember ji Diyarbekirê peyam dan alema Îslamê

Bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin bi coş û şahîyeke mezin hat pîrozkirin.

Bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin bi coş û şahîyeke mezin hat pîrozkirin. Di bernameya ku hat tertîpkirin de hat destnîşankirin ku Hazretî Muhammed nîjadperestî, qewmîyetperstî û faîzê xistiye bin pîyên xwe.

Di bernameya ku hat tertîpkirin de mewlûd hat xwendin, îlahî û merş hatin bidengkirin û bi dorê Mehmet Goktaş û Mahmut Kilinç axavtinek kirin. Di dema bernameyê de bênavber tekbîr û selewat hatin anîn.

“Resûlê Xwedê Hz. Muhammed qewmîyetperestîyê xistiye bin pîyên xwe”

Îlahîyatnas Nivîskar Mehmet Goktaşê ku di bernamê de axaivî  balan kişand li ser xetereyên qewmîyetperestî û faîzê û destnîşan kir: “Resûlê Xwedê Hz. Muhammed qewmîyetperestîyê xistiye bin pîyên xwe. Em ji vê derê îlan dikin, cenewarê herî mezin a ku dinyayê hildiweşîne faîz e.”

 “Kî doza qewmîyet û nîjadê bike têk çûye”

Mela Mahmûd Kilinçê ku di bernamê de axivî destnîşan kir naskirina Pêxember weke naskirina Qur’ana Kerîm e û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Lewra her rojeke pêxember ayeteke Qur’ana Kerîm e, heqîqeta Qur’anê ye, peyama Îlahî ye. Naskirina Pêxember ji qewmîyetperestî û nîjadperestîyê rizgarbûn e. Pêxember qewmîyetperestîyê kiriye bin pîyên xwe. Kî doza qewmîyet û nîjadê bike têk çûye.Kî xwe bi Xweda û Îslamê ve girtibe Xweda wî/ê ezîz kiriye. “

“Kurdên Misliman ji hakîmîyeta dinyayê namzed in”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de diyar kir îro xelkê Kurd ê Misliman ala tewhîdê hildaye û dû re wiha got: “ Kurdên Misliman ji hakîmîyeta dinyayê namzed in. Ala tewhîdê ji destên xwe bernedin. Kî/ê ala tewhîdê hildabe destên xwe him li dinyayê û him jî li axretê bi ser ketin. Dema ku me pişta xwe da sunneta Pêxember namûs û canê me ji destan çû.”

ÎLKHA


























































































































































































































































































































































































































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Neaşê Mela Abdurrezzaq Tepe hat definkirin
Li Wanê di mezinahîya 3,9an de erdhejek pêk hat
Mehmet Goktaş Xoce: Eger em ji cîhadê birevin wê Xweda hin kesên din ji dewsa me re bişîne!
Zîrweya Perwerdehîya Bilind a Kurdistan û Urdunê dest pê kir
Ji HUDA PARê amadehîya “Kongreya Mezin”