Evîndarên Pêxember peyama spasîyê weşand

Ji teref Serokatîya Medya û Danasînê yê Weqfa Evîndarên Pêxember ve peyama spasîyê hat weşandin ûhat diyarkirin xelk cardin muhabbet û hezkirina xwe ya ji Pêxember cardin nîşan da.

Doh ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li kêlaka otogarê bernameyeke bi navê “ Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” hat tertîpkirin. Xelkê Êlihê eleqeyeke mezin nîşanî bernameya ku hat tertîp kirin  da.

Piştî bernameya ku hat tertîpkirin re ji teref Fevzî Aydinê Serokê Medya û Danasînê yê Weqfa Evîndarên Pêxember ve peyama spasîyê hat weşandin.

Aydin di peyama ku weşandin de ji temamê kesên ku keda wan di amadekirin û tertîpkirina bernamê de heye re teşekur kir.

Aydin di berdewama peyama xwe de diyar kir ji ber ku bi şikleke bêproblem bername hatiye tertîpkirin ew kêfxweş û şad in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Êliha ku Evîndarê Pêxember e cardin weke her car tiştekî xweş û baş kir. Hêj çend seat ji bernamê re mabû ku xelkê Êlihê û xelkê li bajarên derdorê hatin qada bernamê. Bernameya me pir xweş derbas bû û di bernamê de gelek selewat û tekbîr hatin anîn. Nexasim em ji wan kesên ku keda wan di amadekirina vê bernamê de heye re spas dikin. Xweda ji hemû kesî razî be.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin