Hat ragihandin ew ê li Cizîra Şirnexê bi piştevanîya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê, Şaredarî, Qeymeqamtîya Cizîrê “defîle” bê tertîpkirin. Ev tiştê ku nakeve nav sînorên exlaqê û jê re dibêjin “defîle” di nav xelkê de bû sedema bertekan.Digel temamê problem û zehmetîyên heyî yên li Cizîrê tê xwestin ku ev "defîle" bê terîtpkirin ku di raya giştî de ev pirs tê kirin “Ew ê bi defîleyan problemên xelkê Cizîrê bên çareserkirin?”
Ew ê bi defîleyan problemên xelkê Cizîrê bên çareserkirin?
Qeymeqamtî di daxuyanîya ku da de derbarê “defîle”ya ku dê di bin navê “moda”yê de bê tertîpkirin de wiha got “ Ji bo rabirdû û dahatû bên ba hev, ji bo em li nirxên xwe xwedî derkevin û ji bo mîrata me ya çandî ji nesla nû re bê nasandin bername tê tertîpkirin.” Daxuyanîya qeymeqamtîyê ev e; lê belê di raya giştî de ev pirs tê kirin “Ew ê bi defîleyan problemên xelkê Cizîrê bên çareserkirin?”
Di raya giştî de tê diyarkirin gelek problemên mîna aborî, civakî û bêkarîyê yên Cizîrê hebin jî ev yek nayên dîtin û bo van tiştek nayên kirin û di ser vê yekê de bi mesref û pereyên zêde konser û defîleyên ku pê exlaqa civakê tên xerakirin û nirxên bawerîyên civakê pê tên îfsadkirin tên kirin ku divê ev yek bê betalkirin û di şûna van de fealîyetên ku bi nirx û bawerîyên xelkê herêmê re gûncav in û ne dijberê wan in bên kirin.
Her weke dê bê bîran di meha Remezanê de ji teref Qeymeqamtîya Cizîrê û Şaredarîyê ve li Taxa Qaleyê li Parka Birca Belek konsereke ku dijberê manewîyeta Remezanê be û qîz û law tevlîhevbûn hatibû tertîpkirin; encax digel temamê bertek û reaksîyonan konser nehatibû betalkirin.
ÎLKHA