Ji teref Neteweyên Yekbûyî, Almanya, Fransa û Îngîltereyê ve derbarê mueyîdeyên ku dê Amerîka li hember Îranê bide destpêkirin de daxuyanîyeke hevpar hat dayîn. Di daxuyanîya ku bi îmzaya Federica Mogheriniyê Temsîlkarê Bilind ê Polîtîkaya Ewlehîyê û Pêwendîyên Derve yê Neteweyên Yekbûyî, Wezîrê Karên Derve Almanya Heîko Maas, Wezîrê Karên Derve yê Fransa Jean-Yves Le Draîn û îmzaya Wezîrê Karên Derve yê Îngîlterê Jeremy Hunt hat belavkirin de hat destnîşankirin “ Ji ber ku Amerîka ji JCPOAyê vekişîyaye û cardin li hember Îranê mueyîdeyan dide destpêkirin ew pir xemgîn in.”
Di berdewama daxuyanîya hevpar a ku hat dayîn de hat diyarkirin “ Armanca me parastina aktorên aborî yên Ewrûpayî yên ku bi rêyên yasayî bi Îranê re ticaret dikin e. Ew ê bi Îranê re qanalên me yên fînansal vekirî bimînin.”
ÎLKHA