Doh li Meydana Îstasyonê ji teref Zekerîya Yapiciogluyê Namzedê Parlementerîyê yê Serbixwe yê Diyarbekirê ve mîtîng hat tertîpkirin. Yapicioglu di mîtîngê de axavtinek kir û derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir û peyamên girîng da.
“Ew ê di navenda siyasetê de însan hebe û di hedefa wê de jî dê edalet hebe”
Yapicioglu di axavtina xwe ya u kir de diyar kir “Niha makeqanûna memleketê heye, makeqanûna leşkerî û darbeker heye. Di navenda wê de dewlet heye. Însan yanî hûn temaya dewletê, axa dewletê tên qebûlkirin.” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di têgihiştina me de yê esil însan e. Ew ê însan di navenda siyasetê de be. Ew ê siyaset li ser bingeha edaletê bê avêtin. Dema ku însan di navenda siyasetê de be ew ê ev yek bê fêmkirin;ev ax yê însanên ezîz e. Dewlet jî bo ji însan re xizmetê bike heye. Heta ku ev têgihiştina çênebe ew ê hinek kes zarokên vî milletî ji xwe re bikin qurban. Dixwaze bila bîrdozîya rêxistinekê be û dixwaze bila dewlet be, em ê nehêlin ku zarokên me ji xwe re bikin qurban.”
ÎLKHA