Ew ê dijmintîya mizgeft û sehabîyan a şaredarîya HDPyî bê tel’înkirin

Ew ê dijmintîya mizgeft û sehabîyan a Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê ya HDPyî ji teref STKyên sîwîl ve bê tel’înkirin.

Hat ragihandin ew ê dijmintîya mizgeft û sehabîyan a Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê ya HDPyî ji teref STKyên sîwîl ve bê tel’înkirin.

Di dema qayyûma ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hatibû wezîfedarkirin de navê Îyaz Bîn Xanemê ku fermandarê fetha Diyarbekirê bû li kolana ku nû hatibû vekirin hatibûn dayîn. Şaredarîya HDPyî cardin dijmintîya xwe ya li hember Îslamê û nirxên Îslamê nîşan da û tabelaya kolana ku navê Îyaz Bîn Xanem lê hatibû dayîn guhart û navê hukumxwarê PKKyî yê bi navê Dr. Îlhan Dîken da kolanê.

Walîtîya Diyarbekirê vê qerara ku ji teref Şaredarîya Bajêra Mezin ve hatibû dayîn red kiribû; lê belê digel vê redkirinê şaredarî doh êvarî navê kolanê guhart. Ji ber vê yekê Walîtîya Diyarbekirê di wextên şeveqê de wê tabelaya nû ya ku ji teref şaredarîyê ve hatibû amadekirin ji cihê wê rakir.

STKyên Îslamî yên ku kar û barên xwe li bajêr birêve dibin ew ê 19ê Tîrmehê roja înê piştî nimêja înê li ber Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê dijmintîya şaredarîya HDPyî tel’în bikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin