Ew ê ew keda kesên ku ji bo doza Filistînê şehîd bûne bi avê de neçe

Tallal Nasarê Lêkolîn û Analîsta Siyasetêdestnîşan kir “Ew ê ew keda kesên ku ji bo doza Filistînê şehîd bûne bi avê de neçe.”

Tallal Nasarê Lêkolîn û Analîsta Siyasetê  derbarê xwepêşandanên “Îna Şikandina Qedexeyan” ên li Filistînê de ji ÎLKHAyê nirxandinan kir.

Tallal di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de qala armanc û hedefa xwepêşanên ku tên lidarxistin kir û wiha axivî: “ Armanca van xwepêşanên ku li Filistînê hatin destpêkirin şikandina qedexeyan e. Pêwîst ew qedexe û dorpêça ku ji teref siyonîstên îşxalker û ew xaînên ku terefdarên wan in ve hatiye kirin, demildest bê rakirin. Em dibêjin, ev xwepêşanên ku tên lidarxistin, ew xwînên ku di vê oxirê de tên rijandin û ew keda kesên ku ji bo doza Filistînê şehîd bûne bi avê de neçe. Xelkê Filistînê meş û xwepêşanên xwe didomîne. Heta ku dorpêç bê rakirin û mafê vegerê bê bidestxistin ew ê xwepêşan û micadeleya me berdewam bike.”

Tallal di berdewama axavtina xwe de Ayeta 51emîn a Sûreya Îsrayê di bîran xist û got: “Ew ê Fîlîstîn a Fîlîstînîyan be, ew e bi tu pereyan neyê firotin. Hezkirina welêt îman e. Parastina wê bi Xweda re ticaretek e. Ey ewladên ummetê, ez bang li we dikim, werim em pêkve di vê rêyê de bimeşin. An em ê di vê oxirê de şehîd bibin an jî em ê muzaffer bibim.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê