Ew ê li Diyarbekirê panela “Qetlîama Helepçe” bê tertîpkirin

Ji ber minasebeta salvegera 31emîn a Qetlîama Helepê dê li Diyarbekirê panel bê tertîpkirin.

Hat ragihandin ew ê ji ber minasebeta salvegera 31emîn a Qetlîama Helepê dê li Diyarbekirê panel bê tertîpkirin.

Berî  vê 31 salan, dîktatorê Iraqê Sedam Husên, di 1988an de gazên kîmyewî yên sîyanît û xerdelê, bi ser bajarê helebçe û bajarokên derdora wê de barandibû. Bi carekê zêdetirî 5 hezar kurd hatibû şehîdkirin, dora 10 hezar kes jî birîndar bûbûn.

Îro yek ji şermên herî mezin yên însanîyetê, salvegera qetlîama Helebçeyê ye. Komkujiya Helebceyê bûyerek e ku di 16ê Adara 1988'de  de qewimî. Dema balafirên şer yên artêşa Iraqê bombeyên kîmyewî   barandine ser bajarê  Helepçeyê.  Di nava çend saetan de li Helebce û derdora wê bi hezaran kurd mirin û bi 10 hezaran kurd jî seqet man. Di nava kurdan de bi navê 'enfal' jî tê bi navkirin. Enfal navê komkujiyeke li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejima Bees ve hatiye pêk anîn e

Ji ber minasebeta salvegera 31emîn a Qetlîama Helepçê, roja şemîyê di seat 20.00an de ji teref Cemîyeta Mustazafan ve li Navenda Çandê ya Cegerxwîn a li Kayapinara Diyarbekirê  panelek bê tertîpkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin