Ew peymanên ku însanan teşwîqî jirêderketîtîyên zayendî dikin dijberê nirxên me ne

Navenda Giştî yê HUDA PARê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew peymanên ku însanan teşwîqî jirêderketîtîyên zayendî dikin dijberê nirxên me yên exlaqî û bawerîyê ne.

“Di bin navê tundîya li dijî pîrekê de dejenerasyona exlaqî tê kirin”

Di daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin de ji Peymana Stenbolê û Şiddeta Navmalbatî re bertek hat nîşandan û derbarê mijarê de wiha hat gotin: “ Di 11ê Gûlana sala 2011an de li Stenbolê Hember Pîrekan’  a ku bi bi navê ‘Peymana Stenbolê’ tê nasîn hat îmzekirin ku Tirkîye bi xwe jî îmzeya xwe avêt bin vê peymanê. Ji vê peymana ku Tirkîyê bi xwe jî îmzeya xwe avêt binê berî niha ji teref parlementoya Hirvatistan û Bulgaristanê ve bertek hatibû nîşandan.  Ev teşebûsên ku zewacên hevzayendî meşrû nîşan didin, berê xelkê bi têgehên zayendî didin hevzayendîyê û di bin navê Wekhevîya Zayendîyê de ji sazîya malbatê re dijminantîyê dikin ji xwe re di bin navê van mevzuatê cî dîtine. Girtina pêşîya şidde ya li hember pîrekan, tundîya navmalbatî û îstîsmarên zayendî divê bibe wezîfeya temel a temamê otorîte û sazîyên sîwîl û divê qanûn bi şikleke parastinî bên bikaranîn.  Lê belê di xala niha de di bin navê şiddeta li hember pîrekan de dejenerasyona exlaqê û cudakarîya zayendî tê kirin. Ew sazîyên cûrbecûr ên ku bi parastina sazîya malbatê hatine wezîfedarkirin ji dêla ku malbatê muhafaze bikin fealîyetên tesdîqkirina pêwendîyên xeyrî zewacê birêve dibin.”

“Ew peymanên ku însanan teşwîqî jirêderketîtîyên zayendî dikin dijberê nirxên me ne”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin divê temamê gavên ku dê ji teref Tirkîyê ve bên avêtin li gorî berjewendî û menfeata civakê bin û dû re wiha hat gotin: “Divê temamê gavên ku dê ji teref Tirkîyê ve bên avêtin li gorî berjewendî û menfeata civakê bin û guncavbûna li Ewrûpayê divê ne di nav hedefên ewil de bin. Ew peymanên ku însanan teşwîqî jirêderketîtîyên zayendî dikin dijberê nirxên me ne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê