Ew tiştên ku Bîn Selman derheqê îsraîl de ji min re got gelek balkêş û xweş bûn

​Serokê Navenda Dostên Mîrasa Sîyon Mîke Evans destnîşan kir Bîn Selmanê ku Welîahdê Siûdî ye û Prensa Welîahda MîrnîşînîyênYekbûyî yên Ereban Bîz Zaîd ji gelek cihûyan zêdetir destekê didin rejîma îşxalê.

Mîke Evansê Serokê Navenda Dostên Mîrasa Sîyonê ku diyar kir ew bi Bîn Selmanê ku Welîahdê Siûdî û Prensa Welîahda Mîrnîşînîyên  Yekbûyî yên Ereban Bîz Zaîd re hevdîtin kiriye destnîşan kir; ev her du kes ji gelek kesên cihû zêde alîkarîya rejîma siyonîst dikin.

Evansê ku li New Yorka Amerîka di konferanseke ku hat tertîpkirin de axivî. Evans kêfxweşîyeke zêde destnîşan kir Bîn Selmanê ku Welîahdê Siûdî û Prensa Welîahda Mîrnîşînîyên  Yekbûyî yên Ereban Bîz Zaîd ji rejîma siyonîst re piştevanîyeke mezin didin.

Evans di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bi Bîn Selman re hevdîtine kiriye û ji ber xeberdanên wî yên derbarê siyonîstan de ew gelekî kêfxweş bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew tiştên ku Bîn Selman derheqê îsraîl de ji min re got gelek ecêb bûn.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin