Li Rihayê piştî nimêja Înê di pêşîvantîya Sazîyên Civaka Sîwîl ê Rihayê de li ber Mizgefta Dergahê ji bo 9 xortên Îxwanê yên ku ji teref darbekeran ve li Misirê hatin şehîdkirin daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn. Di daxuyanîya çapemenîyê ya ku hat tertîpkirin de Sîsîyê darbeker û terefdarên wî hatin şermezarkirin û şehîd jî bi rehmet hatin bîranîn.
Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Vedat Savaş ve li ser navê sazîyan hat xwendin.
Vedat Savaş di destpêka daxuyanîya ku xwend de balan kişand li ser zilm û wehşeta ku li Misirê ji teref darbekeran ve hatiye kirin û dû re wiha li daxuyanîyê zêde kir: “Di navbera salên 2013- 2018an de ji 789 kesan re cezaya îdamê hat dayîn. 42 kes hatin îdamkirin. 10 hezar kes hatin şehîdkirin. 78 hezar kes hatin girtin û gelek îşkenceyên giran li wan hatin kirin. 15 hezar kes mecbûr man ku hicret bikin. Di sala 2019an de jî ev zilm û wehşet zêde dibe û berdewam dike. Her roj mafên mirovan tên îhlalkirin. Mixabin di serî Misliman û giştî jî temamê dinyayê ji vê bêhiqûqîyê re temaşevan dimînin.”
“Ger me dengê xwe ji îdamkirina 3 xortên Misliman ên ku berî vê 3 heftîyan hatin îdamkirin re deng derxistbana, ew ê îro nikaribe 9 birayên me îdam bikin”
Savaş di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Îxwan şanaza ummetê ye, ji bo dawî li van zilman bê anîn divê Teşkîlata Hevkarîya Îslamê tiştinan bike û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ew zalimên ku ji bêdengîya me cesaretê distînin birayên me dikujin. Ger me dengê xwe ji îdamkirina 3 xortên Misliman ên ku berî vê 3 heftîyan hatin îdamkirin re deng derxistbana, ew ê îro nikaribe 9 birayên me îdam bikin. Ger em îro dengê xwe dernexin ew ê sibe Serokê Dewleta Misirê Muhammed Mursî û Muhammed Bedîîyê Murşîdê Giştî yê Îxwanê, Muhammed Bîltacîyê bavê Şehîd Esma jî îdam bikin. Wê demê dengê me derkeve jî dê feydeya wê tunebe. Ger em li ber zilma zaliman nerawestinû nebin yek, ger em dev ji îxtîlafên di nav xwe de bernedin ew ê îdam û zilm berdewam bikin.
ÎLKHA