Faxreddîn Sakçi di daxuyanîya ku da de derbarê îddîayên cinayet ji ber Kurdbûyînê hatiye kirin de wiha axivî: “ Em jî dizanin ku di nav me de tu mesele û doz tune ye, vê yekê hemû kes jî dizane. Em wî şexsê qet nas nakin. Ev bû 30 sal ku em li vê derê dijîn û tu carî li rasta meseleyeke ku ji ber Kurdbûna me rû da ye nehatin. Belê em Kurd in; lê belê em ji ber meseleya Kurd-Tirk li rasta tiştekî nehatin.”
Sakçi di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ev 30 sal in ku li vê derê dijîn û zarokên wan li vê derê mezin bûne û zewicîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Exlebeyê zarokên me bi Kurdî nizanin. Lê dîsa jî Kurd in. Millet radibe vê yekê dike meseleya Kurdperestî-Tirkperestîyê ku… Me tu carî berî niha tiştekî wisa li vê derê nedît. Nîvê wan kesên ku tên şîna me Tirk û nîvê din jî Kurd in. Hemû kes hatin sersaxîyê dan me û çûn.”
ÎLKHA